Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî: Berxwedan rêya me ye

5 sal e rojekê jî warê wan, jiyana wan a aştiyane ji bîra wan neçûye. Ev 5 sal e her du bajarên ku ji aştî, aramî û jiyana hevbeş re bûbûn war, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Hîna jî şêniyên wan hêviyên xwe qut nekirine û bi hêviya vegerê li ber xwe didin.

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî: Berxwedan rêya me ye
10 cotmeh, 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN
DIYAR EHMED - TIRKÎ EL GALIT

Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Serêkaniyê û yê Girê Spî yên kantona Firatê êriş pêk anîn. Di encamê de her du bajar hatin dagirkirin.

Di êrişê de zêdetirî 300 hezar şênî bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin, nexasim piştî ku mal û milkên wan hatin wêrankirin û talankirin. Şêniyan berê xwe da kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirine, hinek jî li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn.

Tevî ku nîşanên westanê êdî li ser rûyê koçberên di kampan de xuya dibin, lê dîsa jî ew ji hêviyê bê par nemane û ji rizgarkirina warê xwe û bidawîkirina dagirkeriya Tirk bi hêvî ne.

Li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê, Mihemed El Mihêdî (50) ku êdî tenduristiya wî pê re nabe alîkar, rahiştibû bêrê û li derdora konê xwe dîwarek ava dikir da ku wê di zivistanê de biparêze. Her kevirek ku El Mihêdî radihiştê mala wî dianî bîra wî.

El Mihêdî ji gundê Şêx Şiblî yê Serêkaniyê ye û niha li kampa Serêkaniyê ya taxa Taêh ya başûrê Hesekê dimîne. Di kampê de 15 hezar û 649 kes (2 hezar û 519 malbat) hene.

HÊVIYA VEGERÊ

El Mihêdî ku her tim çavê wî li vegerê ye, got: "Di dilê me te hesret heye, em nikarin vê yekê qebûl bikin ku kon bibin mala me. Her tim kolan û zeviyên me tên bîra me. Em berê di nava aştiyê de dijiyan."

'ÇAWA EM DERKETIN EM Ê WISA JÎ VEGERIN'

Li nêzî dîwarekî, koçbera bi navê Fatme El Mihemed (40) bi zarokên xwe re rûniştiye. Konê wê şewitî ye û rêxistinên navneteweyî bi zanabûn rewşa kampê paşguh dikin, ji ber wê Fatme El Mihemed neçar maye bê kon bimîne û dîwarên ji heriyê ava kirin da ku ji wê û zarokên wê re bibin star.

Fatme El Mihemed got: "Ev 5 sal e em di van konan de dijîn. Dema ku min ev ode ava kir mala min hat bîra min. Lê hîn hêviya me heye ku em vegerin û dost û xizman re bicivin. Çawa em derketin em ê wisa jî vegerin."

Ji bo koçberên Serêkaniyê ne tenê kampa Serêkaniyê heye, her wiha kampa Waşûkanî ya nêzî gundê Tiwêne yê rojavayê Hesekê heye. Tê de 16 hezar û 20 kes (2 hezar û 260 malbat) hene.

Li wê kampê Hisên Hesen (40) diyar kir ku mirovê ku mal û xaka xwe ji dest bide tu carî aram nabe. Hisên hêviya vegera li Serêkaniyê û bidawîbûna dagirkeriyê kir û destnîşan kir ku ev hêviya hemûyan e ku li warê xwe vegerin.

‘XAK A ME YE’

Li kampa Girê Spî ya li Eyn Îsayê ku di 22'yê Mijdara 2019'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin, zêdetirî 7 hezar koçber dimînin.

Ji wan Ebdurezaq El Umer (50) bavê 9 zarokan ji ajansa me re got: "Rewşa min wekî ya bi sed hezaran koçberên deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye."

Mala El Umer a li bajarokê Silûk bi bihaneya avakirina baregeheke leşkerî li nêzî wê bi temamî hat rûxandin, lê dîsa jî ew ji vegera li warê xwe bi hêvî ye.

El Umer diyar kir ku vegera wan li warê wan teqez e û got: "Eger derfet nebe ku em vegerin, zarokên me yên ku me ew bi hezkirina welat û berxwedanê mezin kirine, dê vegerin."

El Umer diyar kir ku her çiqas dagirker navên dibistan û kolanan biguherînin û malbatên çeteyan di xaniyên koçberan de bi cih bikin, ew nikarin bigihêjin armanca xwe û got: "Çi qas dem here jî, ew xak a me ye û em ê bi berxwedana xwe û bi hêza şervanên xwe yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wê vegerînin."

'JI BO VEGERANDINA XAKA XWE EM CÎGERÊN XWE FEDA DIKIN'

Edûlê Xelîl (40) a ji Girê Spî diyar kir ku dagirkirina bajarê wan di encama peymanên navneteweyî de bû û got: "Dema ku Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, dewleta Tirk a dagirker dîn û har bû."

Edûlê Xelîl destnîşan kir ku dayik roleke mezin di berxwedanê de dilîzin û ew ji bo vegerandina xakê cegerên xwe feda dikin û ew ê ji bo têkbirina dagirkeriyê hemû tiştên xwe feda bikin.

‘TU RÊ JI BILÎ BERXWEDANÊ TUNE NE’

Koçber Xelîl El Elî (30) bavê 4 zarokan ji ajansa me re diyar kir ku salvegera dagirkirina bajêr gelekî bi êş e lê di heman demê de moralê dide wan da ku berxwedana xwe xurt bikin û li bajarê xwe vegerin.

Xelîl heta niha kilîta mala xwe di bêrîka xwe de hiştiye û got: "Em ê bi berxwedan, têkoşîn, hevgirtin û destekdayîna QSD'ê vegerin warê xwe. Tu rê ji bilî berxwedanê tune ne."

(mh)

ANHA

eyn isa

hesekê