Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê diyar kir ku meclisê tevahî saziyên xwe ji bo ximzeta 7 gundên ku berê di bin kontrola rejîma Baasê de bûn û niha di bin serweriya wê de ne, seferber kirine.

Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin
Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin
Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin
Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin
Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin
Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên 7 gundên Dêrazorê dabîn dikin
7 ÇILE, 2025   05:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Destpêka Kanûna 2024ˈan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li rojhilatê çemê Firatê li gundewarên kantona Dêrazorê, gundên Hisêniye, Hetla, Merat, Tabiya, Mazlûm, Xeşam û Salihiye ku berê di bin kontrola rejîma Baasê ya hilweşiyayî de bûn xist bin kontrola xwe. Hejmara niştecihên van gundan nêzî 200 hezar kes e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl diyar kir ku piştî 7 gundên berê ku di bin kontrola hêzên rejîma berê de ketin bin serweriya QSDˋê, meclisa kantonê tevahî saziyên xwe ji bo xizmeta van gundan bi lez xistine nava tevgerê.

Li gorî Mihemed El Dexîl, li van gundan nêzî 40 dibistan hene û navendên tenduristiyê jî hene û got: "Me ji bo dabînkirina xizmet û tevahî pêdiviyan, tevahî saziyên xwe şandin wan gundan. Li wan gundan firine hatin aktîvkirin, ard li wan hate belavkirin û nan li şêniyan tê belavkirin. Wê stasyonên avê werin sererastkirin, mazot, benzîn û gaz jî li şêniyan werin belavkirin."

El Dexîl îşaret pê kir ku pêdiviya her heft gundan bi gelek xizmetan heye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê li gorî derfetên xwe dibistan û tevahî navendên xizmetguzariyê sererast bikin û careke din bixin xizmetê. Di vê çarçoveyê de xebat bê navber tê kirin. Ji bo tevahî pêdiviyên şêniyên her heft gundan bi temamî werin bicihkirin, dem lazim e."

El Dexîl diyar kir ku dê li wan gundan meclis werin avakirin û saziyên xizmetguzarî û yên perwerdeyê werin vekirin.

(bb)

ANHA