‘Serketina pêvajoya siyasî girêdayî jinan e’

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê diyar kir ku serketina her pêvajoyeke siyasî ya avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, girêdayî beşdariya rasteqîn û çalak a jinan e.

‘Serketina pêvajoya siyasî girêdayî jinan e’
7 ÇILE, 2025   06:40
TEBQA
RÎNAD ELÎ

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya kantona Tebqayê li ser rola jinan a di rêvebirina welat û girîngiya beşdarkirina wan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de, axivîn.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Tebqayê Meryem Osman bal kişand ser pêvajoya beriya ketina rejîma Beşar Esed, dagirkeriya çeteyên DAIŞˈê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û got: "Beriya ku herêm ji çeteyên DAIŞˈê were rizgarkirinî me jinan gelek êş kişandin, azadiya me hatibû astengkirin, mafên me hatibûn xwarin û em ji qada giştî ya jiyanê hatibûn dûrxistin. Her wiha sûcên herî mezin wekî qetilkirin, celdkirin û êrişên zayendî û revandin li dijî jinan dihatin kirin."

Meryem Osman bi bîr xist ku jin di pêkanîna destkeftiyan de xwedî îrade û biryarekeke mezin in û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin ji DAIŞˈê rizgar bûn. Ev bi tena serê xwe teqez dike ku divê hebûna jinên sûriyeyî di tevahî qadên jiyanê de were pêşxistin da ku destkeftî û pêşketin çêbin."

Meryem Osman di dewama axaftina xwe de îşaret bi pêvajoya siyasî ya avakirina Sûriyeyeke yekbûyî jî kir û wiha got: "Derfeta serketina her pêvajoyeke siyasî ya avakirina Sûriyeke yekbûyî girêdayî beşdariya rasteqîn û çalak a jinan. Gelê Sûriyeyê zêdetirî 10 salan êş û zehmetî dîtin. Ji ber vê yekê divê em yekitiya xwe ava bikin da ku hêviyên me bi cih werin. Piştî ketina rejîma Baasê em bi hêvî ne ku bi hevgirtina pêkhateyên gelê Sûriyeyê û bi pêşengiya jinên azad tîrêjên azadiya derkevin."

Meryem Osman diyar kir ku divê gelê Sûriyeyê bi xwe biryara siberoja Sûriyeya nû ya demokratîk, pirreng a nevendî bide. Her wiha xwest hesab ji kesên ku sûc li dijî civakê û jinan kiriye, were pirsîn.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Kewser El Ehmed jî destnîşan kir ku divê tevahî qanûnên mafên mirovan, qanûnên navneteweyî yên parastina mafên jinan wekî Peymana Têkoşîna li dijî Tevahî Cureyên Cudakariyê yên li dijî Jinan (CEDAW) werin pêkanîn.

Kewser El Ehmed anî ziman ku kengî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gorî van qanûn û siyastan tev bigere û planên geşkirinê pêk bîne, hingî dê gavên bingehîn ber bi pêkanîna edalet û wekheviyê ve werin avêtin.

Endama kombûnê Şehed El Elî jî mafê diyarkirina çarenûsê wek kevirê bingehîn ê avakirina her civakeke demokratîk bi nav kir û got: "Ev maf xwesteka gelê Sûriyeyê ya vegerandina nasnameya xwe ya nîştimanî û danîna hêmanên dewleteke biedalet û wekhev nîşan dide. Lewre divê bêyî zextan û bêyî destwerdanên derve beşdarbûneke çalak a jinan di avakirina biryaran de hebe."

Şehed El Elî anî ziman ku divê jinên sûriyeyî beşdarî nîvisandina destûra nû bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nabe jin mîna di dema rejîma berê de werin paşguhkirin. Divê bi rêya nîvisandina destûrê ku di serî de jin, hemû beşên civakê beşdar bibin, guhertin werin çêkirin ku li gorî berjewendiyên civakê û jinan bin."

(bb)

ANHA