Saziyên Civaka Sivîl civîna xwe ya salane li dar xist

Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê bi dirûşma "Bi yekitiyan û rêxistinê vîna gelan bi ser dikeve" civîna xwe ya salane li dar xist.

16 ÇILE, 2024   20:00
HELEB

Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê bi dirûşma "Bi yekitiyan û rêxistinê vîna gelan bi ser dikeve" civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn li Hola Telet Heleb a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û yekitî û meclisên saziyên civaka sivîl hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hevserokê Saziyên Civaka Sivîl Mirî Şiblî ve hatin xwendin.

Piştre hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed geşedanên siyasî nirxandin. Rûken Ehmed bal kişand ser pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got: "Dema bi sedan navnedên cîhanê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, hingî her kes tê gihiştiye ku kilîta çareseriyê di ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ye û tê gihiştine ku pergalên serdest ji bilî talukeyê tiştekî ji gelan re naînin."

Endama Meclisa Saziyên Civaka Sivîl Necwa Şêx Ehmed rapora salane ya Saziyên Civaka Sivîl xwend. Di raporê de bal hat kişandin ser beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye pêşkêşkirin. Her wiha behsa sûcên ku dagirker û çete li Efrîna dagirkirî li dijî şêniyan pêk tînin.

Di raporê de xebatên  salekê yên yekitiyên Saziyên Civaka Sivîl, nekanîzmeya çareserkirina pirsgirêkên wan û civînên bi armanca avakirina yekitiyên nû hatine lidarxistin, hatin şîrovekirin.

Beşdaran xebatên saziyan nirxandin û pêşniyarên xwe gotin. Rêveberê Yekitiya Dermansazan Ciwan Xelîl bal kişand ser bandora ambargoya ku hikumeta Şamê daniye li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got: "Ji zêdetirî salekê ve çareserî ji pirsgirêka kêmbûna dermanan re nehatiye dîtin. Endamên hikumeta Şamê li beramberî derbaskirina dermaman ji bo her du taxan zêdetirî mîlyon lîreyan distînin."

Rêvebera Beşa Ekolojîk û Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Meryem Xelîl xwest komîteyek di Yekitiya Kedkaran de were avakirin, erka vê komîteyê elaqeyê bide kedkaran û ji bo pêşxistina karên wan qanûnan deyne.

Di dawiyê de rêveberê Meclisa Saziyên Civaka Sivîl Kamîran Zaza biryarên ku di civînê de hatine dayîn xwend. Ji wan biryaran; avakirina yekitî û saziyên civaka sivîl wê berdewam bike, 70 yekitiyên ku hatine rêxisinkirin werin aktîfkirin, rewşa kedkaran were şopandin û civînên asayî ji wan re were lidarxistin, her wiha xebatên perwerdeyê di nava Saziyên Civaka Sivîl de were xurtkirin û kargeh werin ziyaretkirin.

(bb)

ANHA