Partiya Muhafazekaran bang li hikumeta Şamê kir dorpêçê bi dawî bike

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekaran Ekrem Mehşûş got dorpêçkirina taxên Helebê û kantona Efrîn û Şehbayê û bêparhiştina welatiyan ji pêdiviyên jiyanê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Mehşûş bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêçê bi dawî bike.

Partiya Muhafazekaran bang li hikumeta Şamê kir dorpêçê bi dawî bike
17 ÇILE, 2024   04:38
HESEKÊ

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekaran Ekrem Mehşûş îşaret bi dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û kantona Efrîn û Şehbayê kir û got: "Hikumeta Şamê planên dagirkeriyê yên dewletên dijberî gelê Sûriyeyê, bi taybet dewleta Tirk, pêk tîne. Ev nayê qebûlkirin."

Mehşûş got hemwextî erêkirina Hevpeymana Civakî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve û biserketina Kongreya 4`an a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), hikumeta Şamê dorpêça li ser herêmê girantir kir.

Her wiha Mehşûş behsa armanca hikumeta Şamê ji dorpêçkirina Şehbayê kir û got: "Hikumeta Şamê dixwaze fişarê li pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser bike, ji ber ku li wan herêman demokrasî heye, her pêkhateyek mafên xwe bi dest xistyne û xebatên pêwîst têne pêşkêşkirin."

Mehşûş got dopêçkirina kantona Efrîn û Şehbayê, taxên Helebê, bi taybet di zivistanê de, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Mehşûş bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêçê bi dawî bike û got: "Li dijî xelkê me yê dorpêçkirî, neheqî ye."

Her wiha Mehşûş bang li civata navneteweyî û aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin da ku dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê bi dawî bibe û got: "Xelkê me yê dorpêçkirî li Şehbayê, sûriyeyî ne û ji warên xwe koçber bûne."

Ekrem Mehşûş bang li xelkê herêmê kir ku li hember hewldanên li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin yek û aşkera kir ku partiya wan piştgiriya berxwedana şêniyên dorpêçkirî dike.

(şx)

ANHA