’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’

Şêniyên bajarê Qamişloyê diyar kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê  dê berxwedan û têkoşînê mezin bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
’Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’
16 ÇILE, 2024   17:52
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya şêniyên bajarê Qamişloyê ya ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirket hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Di çalakiya ku vê sibehê dest pê kir bi dehan kes beşdar bûn. Endama însiyatîfê Munîce Heyder li ber konê li pêşiya Firina li taxa Sînaa hatiye vedan, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û durûtiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: "Dagirker nikarin bi van êrişan vîna me bişkîne. Em ê li dijî van êrişan berxwedan û têkoşînê bidomînin. Di heman demê de em berxwedana gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî dagirkeran silav dikin. Berxwedan û têkoşîna gerîla hebûn û rûmeta me ya. Gerîlayan derbên giran li dijmin da û wan di tevahî aliyan de xistiye nava aloziyan.

Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin şehîdên xwe û rêbertiya xwe ku em ê heta dilopa dawîn a xwînê destekftiyên şoreşê biparêzin. Em kelemek di qirika Erdogan û dewleta Tirk a faşîst de bimînin. Em ê li qadên têkoşîn û berxwedanê bin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Rêberr Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

(bb)

ANHA