11 sal di ser komkujiya Kobanê re derbas bûn

11 sal beriya niha çeteyên DAIŞ‘ê êrişeke hovane bir ser gundê Berxbatanê û bajarê Kobanê û komkujî pêk anî. Di encamê de 233 sivîl şehîd bûn û 270 jî birîndar bûn.

25 hezîran, 2026   02:35
KOBANÊ
DICLE EHMED

Di demekê de ku gelê Kobanê bi rizgarkirina bajar û têkçûna çeteyên DAIŞ‘ê şad bûbû, çeteyên DAIŞ‘ê di berbanga roja 25`ê Hezîranê 2015`an de berê xwe da bajarê Kobanê û gundê Berxbatanê yê ku 20 kîlometreyan ji  bajar dûr e. Di wê rojê de çeteyên DAIŞ`ê xwest kîna xwe bi xwîna zarok, jin, pîr û kalan vala bikin. Her kes li ser dengê guleyan ji xew rabû, hîna nedizanî çima gule dibarin û dengê wan ji ku dere tê, tenê malbatên ku çeteyên DAIŞ`ê bi ser malên wan de girtibû û zarokên wan li ber çavên wan ser jê dikirin, dizanîbû ku komkujî çêdibe.

Gelê Kobanê bi hêzên leşkerî çek rakirin û kolan bi kolan 24 saetan li ser lingan bûn. Di heman rojê de nikarîbûn cenazeyên xwe rakin, hîna şer dewam dikir, jiyana xwe xistin talûkeyê û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyan. Çeteyên DAIŞ`ê sekvanên xwe li avahiyên herî bilind ên bajarê Kobanê bi cih kirin û gelê Kobanê di malên wan de asê kiribûn.

3 roj mîna salan dirêj kir, heyanî ku gelê Kobanê xwe ji vê komkujiyê rizgar kir. Di komkujiyê de 233 kes şehîd bûn û 270 jî birîndar bûn.

Li bajarê Kobanê Pakrewangeha Şehîdên Komkujiyê çêkirin û her sal xelkê Kobanê komkujiya 25`ê Hezîranê bi bîr tîne.

(np)

ANHA