Sayil El Zobaa: Em ê rê nedin tu kesî ewlehiya herêmê têk bibe

Cîgirê berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sayil El Zobaa diyar kir ku DAIŞ dixwaze xwe ji nû ve birêxistin bike û destnîşan kir ku çeteyan zêdetirî 160 êriş li ser hêzên leşkerî û sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Sayil El Zobaa: Em ê rê nedin tu kesî ewlehiya herêmê têk bibe
5 cotmeh, 2025   04:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - BOTAN HISÊN

Ji dema hilweşîna rejîma berê ya Baasê ve, li Sûriyeyê valahiyeke ewlehiyê ya mezin çêbû ku rê da çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve kom bibin û tevliheviya ewlehiyê bi kar bînin da ku êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin destpêkirin.

Der barê mijarê de cîgirê berdevkê QSD`ê Sayil El Zobaa ji ajansa me re axivî.

Sayil El Zobaa diyar kir ku piştî valahiya ewlehiyê û nebûna aliyên bibandor di nav hikûmeta veguhêz de ku dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin, QSD bi tenê berpirsiyarê şerê li dijî DAIŞ`ê hilgirtiye.

El Zobaa got: "Ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê ve, çeteyên DAIŞ'ê hewl didin ku xwe li herêmê kom bikin û erdnîgarî û hêza xwe ji nû ve bi dest bixin."

El Zobaa destnîşan kir ku çeteyan ji destpêka salê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 160 êrş pêk anîne, ku hêzên leşkerî, rûmetdar, sivîl û hemî kesên ku di saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de dixebitin kirine hedef.

El Zobaa da zanîn ku ajendayên derve hene ku piştgiriyê didin DAIŞ'ê û wiha domand, "Hemû cîhan dizane DAIŞ`ê ji hêla kî ve tê piştgirîkirin. Armanca wan ew e ku aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî têk bibin."

El Zobaa li ser peymana 10'ê Adarê axivî û got: "Xala yekem a peymana ku di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şerii de hatiye imzekirin, agirbest e. Lê ev pêk nehat, ji ber ku agirbest ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz ve hate binpêkirin."

El Zobaa wiha lê zêde kir: "Hin alî dixwazin ewlehî û aramiya li Sûriyeyê têk bibin, hin aliyên din jî dixwazin welêt wekî rehîneyê nakokiyên mezhebî, şerên navxweyî û parçebûnê bihêlin. Em bi cudaxwaziyê hatine tawanbarkirin, lê em ne cudaxwaz in. Em pabendî yekîtîya axa Sûriyeyê û aştiyê ne."

Sayil El Zobaa destnîşan kir ku QSD`ê xwedî ezmûn û hêz e û dikare bi çeteyên DAIŞ'ê re mijûl bibin, lê êrişên dawîn nîşan didin ku DAIŞ`ê hewil dide  xwe ji nû ve rêxistinkirina bike û hebûna xwe vejîne. Êrişên wan di demên dawî de li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne.

El Zobaa destnîşan kir ku QSD`ê xwedî yekîneyên taybet e ku ji bo mijûlbûna bi çeteyên DAIŞ'ê re hatine perwerdekirin. Her wiha da zanîn ku tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin, xalên kontrolê hatine zêdekirin û şaneyên ku li herêmê hatine bicihkirin têne şopandin.

Sayil El Zobaa diyar kir ku QSD'ê berî demekê serkirdeykî çeteyên DAIŞ'ê girtiye û got: "Ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê heta îro, QSD'ê zêdetirî 95 çeteyên DAIŞ'ê girtine.”

Di dawiya axaftina xwe de, cîgirê berdevkê QSD’ê Sayil El Zobaa peyamek da pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku erkê hêzên wan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê biparêze, û dê li hember her kesê ku hewl bide ewlehiyê têk bibe, bisekine.

(k)

ANHA