Panorama Hefteyê: Egera aloziya Lubnanê û metirsiya şerê Rûsya û NATO'yê

Çavdêran destnîşan kir ku îsrara Hizbullah egera şer zêde dike. Li hemberî wê çavdêran diyar kir ku egera rûdana aloziyekê di navbera Rûsya û NATO'yê de zêde bûye.

Panorama Hefteyê: Egera aloziya Lubnanê û metirsiya şerê Rûsya û NATO'yê
5 cotmeh, 2025   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojeva rojnameyên Erebî de rewşa Lubnanê, zehmetiyên li pêşiya ewlehiya Rojhilata Navîn û geşedanên têkiliya Rûsya û NATO'yê cih girtin.

ÎSRARA HIZBULLAH EGERA ŞER ZÊDE DIKE

Rojnameya "El Ereb" diyar kir ku îsrara Hizbullah û danûstandinên di mijara bêçekkirinê de egera senaryoya şerekî leşkerî li pêşiya Lubnanê zêde dike. Rojnameyê destnîşan kir ku tunebûna helwesteke diyar û zelal a Hizbullah û redkirina danûstandin hişt ku hikumet tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigire.

Her wiha, hat diyarkirin ku pêvajoya bêçekkirina Hizbullah pêvajoyeke demdirêj û zehmet e. Girêdayî wê, analîzkeran got ku şerê leşkerî dikare bibe şerekî berfireh a li ser asta herêmî û navneteweyî.

EWLEHIYA ROJHILATA NAVÎN TUNEBÛNA ŞER E YAN ASAYÎKIRINEKE DEMDIRÊJ E

Di rojnameya "El Qudis El Erebî" de zehmetiyên ewlehiyê yên ku di encama şerê Xezayê de derkerine hatin şîrovekirin. Hat diyarkirin ku ewlehiya herêmê ne tenê bi şiyanên leşkerî, her wiha ew êdî bi berxwedana civakan û pabendiya hêzên navneteweyî bi qanûn û edaletê ve girêdayî ye.

Hat gotin ku ji bo ji nû ve pênasekirina ewlehiyê divê şer raweste, Filistîn bi awayekî rastîn beşdar be, çarçoveyeke Erebî - Herêmî ya hevseng hebe û hêzên navneteweyî parastina sivîlan û misogerkirina mafên wan bigirin ser xwe.

Hat diyarkirin ku eger însiyatîfên navneteweyî di serî de ya Amerîkayê bi edalet were meşandin, wê demê derfeteke dîrokî ya ji nû ve pênasekirina ewlehiyê li herêmê tê vekirin.

NATO JI ŞER RE AMADE YE?

Rojnameya "El Xelîc" bal kişand ser metirsiya rûdana şerekî di navbera Rûsya û NATO'yê de nexasim piştî zêdebûna êrişên dîjîtal ên li dijî binesaziyê û derbaskirina qada hewayî ya Ewropayê ji aliyê balafirên bêmirov ên Rûsyayê ve.

Di rojnameyê de hat diyarkirin ku dîplomasyenên Ewropayê hişyarî ji egera pêkanîna êrişan li dijî dewletên Paltîkayê ji aliyê Rûsyayê ve daye. Li hemberî Rûsyayê gotibû ku ev îdia nerast in.

Têkildarî wê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov gotibû ku Rûsya armanc nekiriye ku êrişî dewletên NATO'yê bike lê eger tu êriş li dijî wê werin pêkanîn ew ê bersiveke mezin bide.

(mh)