Mihemed Şaban: Diyaloga neteweyî rêya avakirina dewleteke demokratîk e

Serokê Tevgera Rêya Guhertina Aştiyane Mihemed Şaban diyar kir ku ji bo avakirina dewleteke li ser bingeha hemwelatîbûnê, diyaloga neteweyî pêdivîyek e. Şaban got serkeftina diyaloga neteweyî bi hevkariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dibe.

Mihemed Şaban: Diyaloga neteweyî rêya avakirina dewleteke demokratîk e
5 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Serokê Tevgera Rêya Guhertina Aştiyane Mihemed Şaban têkildarî mijara diyaloga neteweyî li Sûriyeyê ji ajansa me re axivî û got: "Serkeftina diyalogê bi hişmendiyê û hevkariya di navbera hemû beşên gelê Sûriyeyê ve girêdayî ye, her wiha divê elîtên rewşenbîr û siyasî pêşengiya vê diyalogê bikin.”

Di meha Sibatê de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi navê "Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê" civînek li dar xist, bêyî ku gelek hêz û pêkhateyên Kurd, Durzî, Elewî û civakên din ên Sûriyeyê beşdar bibin. Ji ber vê yekê, vê civînê hêviyên sûriyeyiyan bi cih neanîn û nebû platformek ku hemû gelên Sûriyeyê siberoja welatê xwe gotûbêj bikin.

Şaban destnîşan kir ku diyaloga ku bi awayê "desthilatdariyek de facto" were kirin dê encamên rastîn nede. Her wiha destnîşan kir ku berjwendiyên deweta Tirk ji berê de li ser  Sûriyeyê hene, lewma dewleta Tirk bi berdewamî destwerdanê dike û avakirina dewleteke aram li Sûriyeyê asteg dike, ji ber ku ew ji bo berjewendiyên xwe dixwaze dewlet lawaz be.

Şaban got: "Dewleta Tirk rê li ber her nêzîkbûna siyasî û ramyarî di navbera civakên Sûriyeyê de digire û ji ber vê yekê ew bûye astengiyek li pêş serkeftina diyaloga neteweyî.”

MERC Û MEKANÎZMAYÊN SERKEFTINA DIYALOGÊ LI SÛRIYEYÊ

Şaban da zanîn ku jib o serkeftina diyalogê li Sûriyeyê divê nêrîn zelal bi  têkiliyeke durist di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û hikumeta heyî de hebe, li ser bingeha hevkariyek neteweyî ya berfireh. Şaban wiha dewam kir, "nebûna zelaliyê dê bibe sedema lawaziya civaka Sûriyeyê.”

Mihemed Şaban diyar kir ku "hilbijartina kesayetên rewşenbîr û siyasî yên niştiman ji bo serkeftina diyalogê girîng e" û got: "Saziyên dewletê çawa dikarin biserkevin, ger ew ji hêla îstîxbarata Tirkiyê ve têne birêvebirin? Tirkiye tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebite.”

‘BER BI DEWLETEKE HEMWELATÎBÛNA DEMOKRATÎK VE’

Mihemed Şaban wiha dawî li gotinên xwe anî: "Sûriye ji gelek netewe, mezheb û olan pêk tê, nakokî tenê bi rêya dewleteke demokratîk a li ser bingeha hemwelatînê dikarin werin çareserkirin.”

(k)

ANHA