Saruhan Oluç: Dê ekîba nivîsandina rapora hevpar 5-6’ê Çileyê bicive

Parlamenterê DEM Partiyê û endamê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî’ Saruhan Oluç diyar kir ku ji bo amadekirina rapora hevpar 2 meh dema xebata komîsyonê hatiye dirêjkirin û got “Ji bo amadekirina rapora hevpar ekîbeke nivîsandina raporê hat avakirin. Dê ekîb 5 an jî 6’ê Çileyê (2026) li hev bicive. Ji bo amedekirina raporê 6-7 sernav hatine diyarkirin.”

Saruhan Oluç: Dê ekîba nivîsandina rapora hevpar 5-6’ê Çileyê bicive
2 ÇILE, 2026   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

“Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” ku di parlamentoya Tirkiyeyê de hatibû avakirin, beşa guhdarîkirin û hevdîtinan bi dawî kir. Ji bo xebatên komîsyonê heta 31’ê Kanûnê dem hatibû diyarkirin, lê komîsyonê di civîna xwe ya dawîn de dema xebatê 2 mehan dirêj kir.

Têkildarî dirêjkirina dema xebata komîsyonê û qonaxa xebat gihiştiyê, me hevpeyvînek bi parlamenterê DEM Partiyê û endamê komîsyonê Saruhan Oluç re çêkir.

Piştî gelek alî û kesayet hatin guhdarîkirin û partiyan raporên xwe pêşkêş kirin, wexta xebata Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” 2 mehan hat dirêjkirin. Gelo ev nîşaneya pêşketinê ye yan jî teqtîkeke din a derengxistinê ye?

Dirêjkirina dema xebata komîsyonê neçariyek e. Li gorî diyarkirina destpêkê dê komîsyonê heta dawiya salê (31’ê Kanûna 2025’an) xebata xwe bi dawî bikira. Lê rapora hevpar negihaşt dawiya salê. Ji bo wê jî dema komîsyonê hat dirêjkirin. Ev jî wek teqtîkeke derengxistinê nayê hesibandin. Ji bo amadekirina rapora hevpar pêwîstiyek bû.

Dê komîsyon di van 2 mehan de çi bike?

Ji bo amadekirina rapora hevpar ekîbeke nivîsandina raporê hat avakirin. Dê ekîb 5 an jî 6’ê Çileyê (2026) li hev bicive. Ji bo amedekirina raporê 6-7 sernav hatine diyarkirin. Dê her partî pêşniyarên xwe bike û ev pêşniyar bên nirxandin. Divê ev rapor nirxandinên der barê demê borî de negire nava xwe. Ji ber ku di nava raporên partiyan de gelek cudahî hene. Di aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd de aliyên pir cuda hene. Lê di hinek raporan de aliyên dişibin hev jî hene. Lê bi giştî cudahî zêdetir in. Lê divê raporeke hevpar derkeve. Ji ber ku dê rapora hevpar ne li gorî nirxandinên demê borî bê nivîsîn.

Di hefteyên pêşiya me de li parlamentoyê, li gorî rapora hevpar dê pêşniyarên ku kîjan zagon bên nûkirin û kîjan zagon bên sererastkirin werin kirin. Eger partî di hefteyên pêşiya me de li ser tiştên ku divê bê kirin li hev bikin, dê îhtimala derketina raporeke hevpar bihêz be. Wek DEM Partî ji bo derketina raporek hevpar çi ji destê me tê em ê bikin.

Pêşniyarên ku bêne kirin dê di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bên xwendin û nirxandin. Komîsyonên îhtisasê yên parlamentoyê ji bo van zagonan xebatan bimeşînin. Ji ber vê jî eger partî di hefteyên pêşiya me de li ser tişên ku divê bên kirin hevkariyek çêbe.

Mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di rojevê de ye, Kurd û dostên wan li her qadê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser pêyan in. Gelo dê mijara mafê hêviyê bikeve rojeva raporê?

Mijara mafê hêviyê mijarek e ku divê bi serê xwe bê nirxandin. Piştî ku sererastkirinên zagonî û yasayî çêbin ku em jê re dibêjin yasaya aştiyê, dê mijara mafê hêviyê jî bikeve rojevê. Di vê mijarê de pêşniyarên me zelal in. Em pêşniyarên xwe dispêrin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîsyona Ewropayê. Mafê hêviyê di nava pêşniyarên DEM Partiyê de yek ji mijarên bingehîn e.

(bî/h)

ANHA