‘Ji sala 2026’an hêviya me aştî û yekbûna ax û gel e’

Gelê Sûriyeyê, bi taybetî jî şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, hêvîdar in ku sala 2026’an aştî û yekbûna ax û gel bi xwe re bîne. Şêniyan diyar kirin ku hêviya wan ewe ku zehmetiyên dirêjdem ên gelê Sûriyeyê bi dawî bibin û li welat aramî û aştiyê pêk were.

‘Ji sala 2026’an hêviya me aştî û yekbûna ax û gel e’
2 ÇILE, 2026   03:30
REQA

Piştî bidawîbûna sala 2025'an a bi zehmetiyên giran, gelê Sûriyeyê, bi taybetî şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê banga yekbûna gelan pêkhatina aştî û aramiyê li Sûriyeyê bilind kir.

Xalid Îbrahîm ê ji kantona Tebqayê got sala 2025'an ji bo piraniya gelê Sûriyeyê qonaxeke girîng bû û got: "Ew sala rizgariya ji rejîma Baas e. Tevî hemû guhartinên mezin ên çêbûne, di dema dawîn de nakokiyên siyasî derketin û ev bû sedema tirsa gel û bû sedema ku di hêviya xwe ya pêkanîna aramiyê de bi îsrar be."

Îbrahîm wiha got ew hêvîdar e ku sala 2026'an bibe sala aştiya Sûriyeya yekbûyî û banga pêkanîna yekbûna gelan, bidawîkirina kuştin û sûcan û xurtkirina zanabûna siyasî û fikrî kir.

Ehmed El Cedûi yê ji bajarê Curniye yê kantona Tebqayê got: "Sala 2025'an ji bo gelê Sûriyeyê zehmet bû, ew jî ji ber şerên ku bandor li jiyana gel kiriye bû."

El Ceûdi hêviya xwe ya pêkhatina aştiyê di sala nû de û bidawîbûna şeran û zehmtiyan anî ziman û got: "Di sala borî de bi hezaran şênî koçber bûn û di kampan de di rewşên zehmet de dijîn."

El Cedûi diyar kir ku hin kesên li derveyî Sûriyeyê hewl didin bi provakasyon û propagandayê fîtneya di nav pêkhateyan de kûrtir bibe, vê jî bandorên nerênî kir. El Cedûi hêvî kir ku di sala nû de gelê Sûriyeyê yekbûyî û hevgirtî be û tu cudahî nekeve navbera pêkhateyan.

Ebdullah Hesen El Selûm ê ji bajarokê Geranîc ê rojhilatê Dêrazorê hêvî kir ku sala nû baştir be û got: "Di sala borî de rewş giran bûn. Em hêvîdar in sala bê di hemû aliyan de baştir be."

Elî Ebdulletîf ê ji bajarê Hecînê teqezî bi jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan û avakirina welatekî yekbûyî û kir û got: "Sala borî tije şer û zehmetî bû, lê tevî wê jî em hêvîdar in sala nû bibe sala xêrê û karên qenc û ji bo tevahî welatiyan bê cudahî bibe sala hêviyê."

Fadil Dawûd ê ji bajarê Reqayê got hêviya gelê Sûriyeyê di sala nû de ew e ku aştiya civakî were rûniştandin. Fadil teqezî bi girîngiya hevkariya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo pêkanîna aramiyê da.

Dawûd got hêviya gelê Sûriyeyê ew e ku peymana 10'ê Adarê û armancên şoreşa ku wan ji bo wê serî hildaye û vegera ewle û birûmet a koçberan, werin pêkanîn. Di dawiya axaftina xwe de Dawûd got divê di qonaxa bê de ji bo misogerkirina pêşerojeke geştir a tevahî gelê Sûriyeyê pêwistî bi yekkirina kedê heye.

(mh)

ANHA