Şaredariyên herêma Cizîrê piraniya projeyên îsal bi dawî kirin

Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê rêjeyeke mezin ji projeyên xwe yên îsal bi dawî kirin. Li kantona Hesekê 160 proje hatin pêkanîn û li Qamişloyê 208 proje dewam dikin.

Şaredariyên herêma Cizîrê piraniya projeyên îsal bi dawî kirin
Şaredariyên herêma Cizîrê piraniya projeyên îsal bi dawî kirin
Şaredariyên herêma Cizîrê piraniya projeyên îsal bi dawî kirin
Şaredariyên herêma Cizîrê piraniya projeyên îsal bi dawî kirin
18 mijdar 2023   05:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Projeyên îsal ên li gorî pêşniyarên komîn û meclisan bi hevkariya şaredariyên navendî û şaxî hatin belavkirin û li ser vê bingehê lêkolînên guncaw jê re hatin kirin.

Şaredariyan bi awayekî fermî piştî dayîna biryarên Nivîsgeha Rêveber û budçeya giştî ya projeyan di çaryeka salê de hatiye diyarkirin, dest bi xebatê kir.

Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Hesekê Ristem Bekir axivî û wiha got: "Di projeyên Komîteya Şaredariyan de; projeyên kanalîzasyon, xîzkirina rêyan, projeyên qîrkirinê, hin projeyên xweşikkirina bajaran mîna projeyên ronîkirinê, hene."

Komîteya Şaredariyan a Hesekê îsal projeyên avê li tevahî bajaran û bi taybet li bajarên xwe dispêrên ava binerd û ava bîran ji bo vexwarinê, berfireh kirin.

LI HESEKÊ 160 PROJE

Bekir got Komîteya Şaredariyan dest bi nêzî 160 projeyî kir û bi piranî bi dawî bûn, hin jî didomin.

Bekir destnîşan kir ku projeya qîrkirinê bi awayekî fermî di 1′ê Gulanê de li Hesekê dest pê kir û rêjeya pêkanîna wê ji sedî 80’yê kantonê derbas kir.

Komîteya Şaredariyan a Hesekê projeya Rêya M4 a ku xizmetê dide tevahî herêma Cizîrê û dirêjahiya wê 30 kîlometre ye, da destpêkirin. Heta niha ji sedî 60 proje hatiye temamkirin.

Bekir got projeyên qîrkirinê li Dirbêsiyê, Zirgan, aliyên başûr û bakur ên Hesekê, Til Birak, Erîşa, Şedadê û Holê bi dawî bûn û wiha pê de çû: "Li pêş me projeyên qîrkirinê yên li Til Temirê mane."

Komîteyê torên avê û kanalîzasyona li Hesekê, projeyên çawaniya sûdgirtina ji ava binerdê li Dirbêsiyê, Zirgan û Til Birakê berfireh kirin.

PROJEYÊN AVÊ LI TIL TEMIRÊ

Ristem Bekir anî ziman ku li herêma Eyn El Ebid bîr tên kolandin da û wiha got: "Ji ber ku navçeya Til Temirê xwe dispêre ava ji stasyona Elokê û ew stasyon jî di bin dagirkeriya Tirk de ye û her tim tê qutkirin."

Bekir daxuyand ku piraniya projeyan temam bûne û hin jî bi rêjeya ji sedî 75 pêk hatine.

Ristem Bekir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şaredariyên gel li herêmên eniyên şer mîna Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê ji sedî 100 projeyên xwe pêk anîne, ew jî ruxmî astengiyên li pêş karkeran ên ji ber êrişên dagirkeriyê pêk tên."

ŞAREDARIYÊN QAMIŞLO JI SEDÎ 80 PLANÊN XWE PÊK ANÎN

Li Qamişloyê şaredariya gel ji sedî 80 plana xwe ya 2023′yan pêk aniye.

Li gorî cîgirê hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Qamişloyê Mesûd Yûsif, tevahî şaredariyên li kantonê projeyên xwe li gorî plana 2023′yan didomînin.

PROJE Û RÊJEYA PÊKANÎNA WAN

Kanton ji navenda kantonê; Qamişlo, navçeyên wê; Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Hemîs, Til Koçer pêk tê û 31 şaredarî lê hene. Li gorî plana salane 208 proje hene.

Li gorî planê, budçeya projeyan dora 2 milyon û 73 hezar dolarî hatiye texmînkirin. Li gorî rêjeya projeyên pêkhatî Yûsiv wiha got: "Ji destpêka îsal ve ji sedî 80 proje pêk hatine."

BANDORÊN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bandora wan li ser xebata şaredariyan de Yûsiv: "Êrişan bi awayekî yekser binesazî; kehrebe û baregehên qîrkirinê yên li nêzî sînor hedef girtin. Ji wan baregehên qîrê û alavên şikandina keviran hatin hedefgirtin. Heta demekê xebata li wan baregehan sekinî û bandoreke neyênî ya mezin li plana projeyan kir."

Yûsif wiha anî ziman: "Ruxmî wê jî xebata şaredariyan û werşeyên girêdayî wê dewam kirin. Me projeyên din ji bo dabînkirina xizmetguzariyên sereke; av û kehrebe pêk anîn û niha xebara werşeyan dewam dike."

(fr)

ANHA