′Xwezî ji vê zêdetir bikim′

Fatme Hec Hisên di 1988′an de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir, lê nikarî pê re biciviya. Ruxmî temenê xwe yê mezin jî bi israr e beşdarî tevahî çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan bibe û dibêje "Xwezî ji vê zêdetir bikim."

′Xwezî ji vê zêdetir bikim′
′Xwezî ji vê zêdetir bikim′
′Xwezî ji vê zêdetir bikim′
′Xwezî ji vê zêdetir bikim′
18 mijdar, 2023   04:42
HESEKÊ
ARAM EHMED-HENAR ÎBRAHÎM

Fatme Hec Hisên (70) hêdî dimeşe û di dest de gopal heye û ber bi çalakiya konvedanê ya ji bo pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ya li Hesekê ve diçe.

Di her gavê de Fatme Hec Hisên tevî keça xwe, serê xwe bilind dike û li wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dinêre û nîşaneya serkeftinê radike.

Fatme dayika şehîd Amed Dorşîn e ku di 2021′an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Fatme dibêje: "Rêberê me ji 25 salan ve girtî ye û di tecrîdeke giran de ye. Tiştê em niha dixwazin bidawîkirina tecrîdê û rizgarkirina wî ya fîzîkî ye."

Bi hêrsekê Fatme dibêje: "Ez bi Rêber Abdullah Ocalan re neciviyame, lê her tim li deng û axaftinên wî guhdar dikim û min hêvî dikir wî bibînim. Lê mixabin derfet nebû. Di 1992′yan de dema şandeyek çû Lubnanê ku Rêbertî bibîne, ji min xwestin tev li wan bibim. Lê min nekarî. Wê demê kurê min biçûk bû û heta niha poşman im."

Fatme wiha anî ziman: "Ji bo me hebûna me, hebûna gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn e. Rêber Ocalan di oxira me tevan de tê koşiya."

Fatme beşdarî tevahî çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan dibe û got hebûna wê li bin çalakiya konvedanê ji wê re şerefeke mezin e û wiha pê de çû: "Hebûna me di bin vê konê de şerefeke mezin e. Ez hêvî dikim ku ji vê zêdetir bikim. Her tim dibêjim tiştê em niha dikin têra pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî nakin."

Fatme xîtabî gelê Kurd û kurdistaniyan kir û wiha got: "Peyama min pêkanîna yekitî û hevgirtina parçeyên Kurdistanê û dûrketina ji berjewendiyên takekesî ye ku Kurdistana mezin, gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz li Rojhilata Navîn rizgar bibin."

Fatme Hec Hisên 6 rojan li pey hev beşdarî çalakiya konvedanê ya li Hesekê bû.

(fr)

ANHA