Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî

Şaredariya Gel a bajarê Til Birakê di civîna xwe ya salane de xebatên 2025ˊan nîqaş kirin û plansaziya sala 2026ˊan li gorî pêkanîna hewcedariyên şêniyan û xizmetkirina herêmê danî.

Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
Şaredariya Til Birakê xebatên xwe nirxandin û plansaziya bê danî
17 mijdar, 2025   16:40
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê îro li hola meclisa bajêr bi amadebûna nûnerên komînan, saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de hevserokê şaredariyê Binyan El Cedoi rapora salê xwend. Di raporê de gelek xebatên weke firehkirina torên avê, avakirina hawizên avê, kirîna dînamo û jenetorên pêxistina bîran, sererastkirina kanalîzasyon, qîrkirina rêyan, bersivdana rewşên awarte hatin kirin.

Di civînê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Baran Elî rewşa siyasî ya heyî û şerê ragihandinê yê li dijî herêmê nirxand û girêdana xwe bi fikra neteweya demokratîk ve nişan da.

Li kêlek xebatên navborî, behsa mijarên jenetoran, ava vexwarinê û qîrkirina rêyan hat kirin.

Di dawiyê de pêşniyarên ji bo sala bê yên weke başkirina asta xizmetguzariyan, pêkanîna îstîqrara civakî li bajêr û bajarokên wê hatin kirin.

(fr)

ANHA