Malbata 2 birayên hatine revandin banga destwerdana lezgîn kir

Malbata 2 birayên ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ku li ser rêya Reqa-Şamê hatine revandin bang li aliyên têkildar kir ku bilez destwerdanê bikin û aqûbeta zarokên xwe aşkera bikin.

Malbata 2 birayên hatine revandin banga destwerdana lezgîn kir
17 mijdar, 2025   16:52
QAMIŞILO

2 bira Avan (23) û Ebdulmutelib Mîro (20) dema ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê diçûn Şamê ku xwe li zanîngehê qeyd bikin, peywendî ji wan qut bû.

Li gorî malbatê, duh her du li ser benda kontrolê ya "Meidan" a li ser rêya Reqa-Şamê ku 70 kîlometre nêzî bajarê Reqayê hatine sekinandin. Ev bend ê çeteyên (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker e û benda kontrolê li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ye.

Bavê wan, Hemdîn Ebdulmutelib ji ajansa me re got: "Ajokarê basê ji min re got ku benda kontrolê ya Meidan bas sekinand û telefonên welatiyên tê de vekirin, piştre Avan û Ebdulmutelib bi tohmeta endamtiya Ciwanên Şoreşger û QSD'ê ber bi cihekî nediyar ve birin."

Bavê ciwanan got heta niha tu agahî ji wan nehatine wergirtin û bang li aliyên têkildar kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin, aqûbeta kurên wî diyar bikin, van binpêkirinan rawestînin û parastina xwendekaran li hember girtinên bêserûber misoger bikin.

(mh/fr)

ANHA