Balafirên şer ên Îsraîlê careke din Siweydayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek cih û navendên leşkerî, kombûnên çekdarên alîgirên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li gundewarê Siweydayê, bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê careke din Siweydayê bombebaran kirin
29 tîrmeh, 2025   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê vê êvarê, navend û cihên leşkerî, kombûnên çekdarên alîgirên hikumeta veguhêz a Şamê li başûrê welêt bombebaran kirin. 

Li gorî agahiyên destpêkê, balafirên Îsraîlê dora gundê Sala, gelek gundên rojavayê Siweydayê, navendên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz û komên “hêzên êlan” bombebaran kirine.

Hemwextî wê balafirên şer ên Îsraîlê nêzî gundê Rîma Hazim, dora bajarê Siweydayê, kombûnên leşkerî û cihên “çekdarên êlan” bombebaran kirin.

(şx)

ANHA