Şaredariya Qamişloyê sedemên kombûna çopê diyar kir û rexnedayîn da

Di hefteyên dawiyê de li bajarê Qamişloyê li gelek cihên bajêr çop kom bûye, Şaredariya Gel a Qamişloyê peymana xwe ya bi Şîrketa Arvion a ku erka paqjiyê girtibû ser xwe re bi dawî kir.

Şaredariya Qamişloyê sedemên kombûna çopê diyar kir û rexnedayîn da
Şaredariya Qamişloyê sedemên kombûna çopê diyar kir û rexnedayîn da
Şaredariya Qamişloyê sedemên kombûna çopê diyar kir û rexnedayîn da
Şaredariya Qamişloyê sedemên kombûna çopê diyar kir û rexnedayîn da
Şaredariya Qamişloyê sedemên kombûna çopê diyar kir û rexnedayîn da
18 gulan, 2026   07:25
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Ji meha Sibatê (2026) ve li bajarê Qamişloyê giliyên ji bo kombûna çopê hene. Lê 15 rojên dawî di asta kombûna çopê de bilindbûnek çêbû, ji her taxê gilî ji şaredariyê re diçûn. Derbarê mijarê de me serdana Şaredariya Gel a Qamişloyê kir û agahiyên derbarê kombûna çopê de wergirtin.

Beriya 6 mehan Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo komkirina çopa bajar peymaneke ceribandinê bi Şîrketa Arvion re îmze kiribû. Piştî 6 mehan ji bo nirxandina ceribandinê di 6’ê Gulanê (2026) de şaredarî û Şirketa Arvion civînek li dar xistin û di encamê de peymana bi şirketê re hat fesixkirin.

Şaredariyê dîsa erkê komkirina çopê girt ser xwe. Lê di dema dewrkirina kar de valahiyek çêbû ev jî bû sedema kombûnek mezin a çopê.

Lê bandora herî mezin a li ser xebatên şaredariyê êrişên dawî yên çekdarên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Li gorî agahiyên şaredariyê dane me sedemên kombûna çopê ya di van deman de çêbûye ev in;

AMÛRÊN KOMKIRIN Û BINAXKIRINÊ HATIN DIZÎN

-Cihê komkirin û binaxkirina çopa Qamişloyê li herêma Safiya ya ku 60 km dûrî Qamişloyê ye û dikeve navbera Til Hemîs û Tirbespiyê. Li vir tîmek a şaredariyê hebû, bi tîmê re ji bo komkirin, perçiqandin û binaxkirina çopê, trêksek, dozer, qemyon û sarincek avê hebûn. Di dema şer de ev cih hatin dagirkirin û amûr hatin dizîn. Amûrên herî pêşketî û nû li wê deverê bûn. Ji ber êrişan şaredariyê nekarî xwe bigihîne herêma Safiyayê. Piştî hevpeymana 29’ê Çileyê, şaredariyê ji bo vekirina herêma Safiyayê serlêdana parêzgar kir û ev hefteyeke hatiye vekirin. Ji bo peydakirina amûrên hatine dizîn jî raporek hatiye pêşkirin, lê heta niha amûr nehatine dîtin.

- Piştî Safiyayê hat girtin, şaredariyê ji bo komkirin û binaxkirina çopê, ji bo du mehan bi şêniyên gundê Girê Reş (7 km dûrî Qamişloyê ye) li hev kir. Lê ji ber şaredariyê bi awayek lezgîn û ji neçarî Girê Reş vekir, di dema barana zêde ya li herêmê de rêyên wir xirab bûn û şaredariyê nedikarî xwe bigihîne Girê Reş. Piştî baranê ev hefteyek e rêya gund hatiye vekirin.

PIRANIYA XEBATKARAN JI KAR DERKETINE

-Piraniya xebatkarên şaredariyê ku paqijî dikirin ji herêma Til Hemîsê bûn. Piştî şer herêma Til Hemîsê hat dagirkirin û karkeran nekarîn bên Qamişloyê. Beriya şer nêzî 300 xebatkar hebûn û niha tenê 150 xebatkar mane. Ev jî di aliyê xebatê de bandorek mezin dike.

ZÊDEBÛNA KOÇBERIYÊ BANDOREK MEZIN KIR

-Di dema şer de bi hezaran koçberên ji Reqa, Tebqa, Heleb, Hesekê û Efrîniyên li van herêman berê xwe dan bajarê Qamişlo. Ji derveyî beşek Efrînî, heta niha jî piraniya koçberan li Qamişloyê ne. Ev jî bandorê li ser paqjiya bajêr dike, asta çopa bajêr zêdetir dike.

AMÛRÊN ME PIR KEVIN IN

-Li Qamişloyê 7 tax û gelek rêyên sereke hene. Niha li Qamişloyê 30 amûrên ku çopê kom dikin hene. Nîva wan tirektor in. Ev amûr modelên salên 1980 û 90’î ne. Ya herî nû wesayîtek mezin a çopê ye ew jî modela wê ya 2000’î ye. Ev jî dibe sedem ku pir xirab dibin û dibe barek li ser şaredariyê. Divê ev amûr bên nûkirin.

PIRSGIRÊKÊN HIŞMENDIYA GEL A PAQJIYÊ HEYE

-Aliyek din ê zehmetiyên derdikeve pêşiya şaredariyê jî nêzîkatî û hişmendiya bi gel re ye. Li gel ku demjimêrên rakirina çopê diyarin jî, gelek kes piştî çop tê rakirin, çopa xwe datînin cihê çopê. Yan jî çopê naxin qotiya çopê de, diavêjin derdor. Lawir dikevin nava çopê û çop belavî bajêr dibe. Her wiha şaredarî ji bo komkirina çopê her meh ji her malekî 5 hezar LS û ji cihên ticarî jî 25 hezar LS werdigire. Ev ji bo şaredariyê dibe alîkar. Lê piraniya gel û dikanan vî destheqê kêm nadin şaredariyê.

ÇARESERÎ

Li bajarê Qamişloyê rojane 250-300 ton çop derdikeve. Şaredarî di aliyê komkirina endaman de zehmetiyan dikişîne lê niha hewl dide endamên xwe kom bike kom bike. Plana şaredariyê ew e ku di nava 10 rojan de tevahî çopa kombûyî rake. Jixwe li hinek cihên çop kombûye jî hatiye rakirin. Pirsgirêka kombûna çopê ji sedî 40 çareser bûye.

Ev hefteyeke cihê çopê Safiya vebûye û ji bo wergirtina amûrên hatine dizîn têkilî bi hikumeta demkî re didomin.

DÊ PÊNGAVÊN PERWERDEKIRINA GEL BIDIN DESTPÊKIRIN

Piştî komkirina çopê, dê şaredarî bi saziyên sivîl ên weke TEV-DEM, kesayetên olî, Odeya Sînaa, komîn, meclîs, partiyên siyasî re bikeve nava têkiliyê û bi wan re hemleyên paqijiyê bide destpêkirin. Di nava gel de xebatên ku hişmendiya paqijiyê ava bike bide destpêkirin.

Şaredariyê ji ber valahiya di dema wergirtina kar ji şirketê de çêbûyî û kombûna çopê de rexnedayîn da gelê Qamişloyê û diyar kir ku dê di 10 rojan de pirsgirêkên heyî çareser bike.

ANHA