Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin

Şaredariya Gel a bajarê Çilaxayê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan şaneya krîzê û komîteya  rewşên awarte ava kirin.

Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
18 gulan, 2026   06:00
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şaredariya Gel a bajarê Çilaxayê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan şaneya krîzê û komîteya rewşên awarte ava kirin. Komîteya awarte ji tîma agirkuj, beşê xizmetguzarî û beşê jîngeh ên şaredariyê pêk tê.

Di çarçoveya amadekariyan de Rêveberiya Şaredariyê bi tîma agirkujiyê re civiya. Di civînê de amadekariyên parastina zeviyên çandniyê hatin nîqaşkirin.

Tîmên agirkujiyê jî dest bi sererastkirina erebeyên agirkujiyê kirin û tankerên avê amade kirin. Her wiha hemû amûrên agirkujiyê weke xertûmên avê, agirkujên biçûk û hwd. kontrol kirin.

Komîteya rewşên awarte du navendên rewşên awarte: yek navend li bajarê Çilaxa û ya dîtir jî li bajarokê Kîşkê ava kirine.

Her wiha Şaredariya Çilaxayê numereyên telefonên tîmên agirkujiyê li ser rûpelên xwe yên fermî û li tevahiya komînên bajar û bajarokan belav kirin. Eger agir belav bibe û nikarbin kontrol bikin dê şaredariya bajarê Girke Legê û Tirbespiyê bibin alîkar.

Rêveberê tîma agirkuj a Şaredariya Gel a Çilaxayê Munîr Hesen der barê tedbîrên ku wan ji bo parastina zeviyan ji şewatan girtine de ji ajansa me re axivî.

Hesen anî ziman ku îsal giya gelekî bilind e û dema agir bikeve nava dexilan dibe ku zû belav bibe.

Hesen got: "Em niha amadekariyên xwe dikin ku mewsim biparêzin. Beşên xizmetguzariyê û tîma agirkuj dest bi kar kirine. "

Hesen bang li şêniyan kir ku dema agir bikeve nav dexilan zû agahî bidin wan. Li kêleka rê, zevî û dexilan agir vênexînin û çixareyên xwe ne avêjin nava zeviyan.

Munîr Hesen di dawiya gotinên xwe de got parastina dexil û mewsim berpirsyartiyeke ji hemûyan tê xwestin, divê xelk bi tîmên agirkuj re bibin alîkar.

(np)

ANHA