Mûzeyên Sûriyeyê hatin wêrankirin

Mûze û şûnwarên Sûriyeyê bi salane di şer de hatin wêrankirin û paşguhkirin. Rejîm jî hate guhertin lê belê hîna rewşa mûze û şûnwarên Sûriyeyê di metirsiyê de ye.

Mûzeyên Sûriyeyê hatin wêrankirin
18 gulan, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 18`ê Gulanê Roja Mûzeyên Navneteweyî ye. Şûnwarên Sûriyeyê di pêvajoyên herî hesas re derbas bûn. Bi salan şer, kaos û koçberî berdewam kir. Cihên dîrokî hatin wêrankirin û nehatin tamîrkirin, şûnwar jî hatin dizîn û bi qaçaxî firotin derveyî Sûriyeyê. Di aloziya Sûriyeyê de mûze dizîn û hatin paşguhkirin.

SÛRIYA MÎRATEYEKE KEVNAR E

Li cîhanê, Sûriyeyê yek ji cihên herî zêde şûnwar lê hene. Li Sûriyeyê gund û bajarên kevnar ên dema şaristaniya Aşûrî, Med, Aramî, Roma û Islamî hene. Mînak Palmêra, Ogarît, Îbila, Girê Mozan, kelha Heleb, bajarê kevnar ê Şamê, Til Xelef a li Serêkaniyê û hwd.

Di şer de gelek cih û şûnwarên Sûriyeyê ziyanên mezin dîtin. Bi hezaran şûnwarên Sûriyeyê li bazarên qaçaxiyê yên navneteweyî hatin firotin.

MÛZEYÊN SÛRIYEYÊ GELEK ZIYAN DÎTIN

Gelek mûzeyên Sûriyeyê di aloziya Sûriyeyê de hatibûn girtin. Hinek ji wan hatin dizîn û hinek jî wêran kirin. Bi taybet li herêmên ku şer lê hebûn ew mûze nehatin tamîrkirin. Pisporên şûnwaran dan zanîn ku mûzeyên Sûriyeyê ji ber rêveberiya lewaz nehatin parastin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hinek mûze hatin vekirin û pêşengehên mîratên herêmî hatin birêxistinkirin da ku nasnameya çandî were parastin û nifşên nû dîroka herêmê binasin.

Şûnwarên li Efrîn mîna perestgeha Ayn Dara û şûnwarên dîtir sala 2018`an ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbarankirin û bi temamî rûxandin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê 2017`an bajarê Palmîra yê Humsê wêran kirin.

Li gelek herêmên Sûriyeyê aramî nîne û alozî didome. Ji ber vê yekê mûze û saziyên şûnwaran têne paşguhkirin û wêrankirin. Li gelek herêmên Sûriyeyê bi awayekî nerewa li şûnwaran digerin.

Çavdêran anî ziman ku mûzeyên Sûriyeyê gelekî girîng in û ne tenê şûnwar in. Ew bîr û dîroka mirovahiyê ne, çîrokên bajaran hene û li vê herêmê gelek guhertinên civakî û çandî çêbûne. Roja Navneteweyî ya Mûzeyan ji bo Sûriyeyê tê wateyeke dîtir. Divê li Sûriyeyê girîngî bidin çand, mûze û mîrateyan ji ber ew parçeyek ji civakê ne.

(np)

ANHA