Şaredariya Kobanê bi Şaredariya Lohne re mekanîzmaya hevkariyê gotûbêj kir

Di navbera Şaredariya Kobanê û Şaredariya Lohne ya Almanyayê de ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya hevkariya pêşerojê civîneke danasînê bi rêya Zoomê pêk hat.

Şaredariya Kobanê bi Şaredariya Lohne re mekanîzmaya hevkariyê gotûbêj kir
Şaredariya Kobanê bi Şaredariya Lohne re mekanîzmaya hevkariyê gotûbêj kir
Şaredariya Kobanê bi Şaredariya Lohne re mekanîzmaya hevkariyê gotûbêj kir
Şaredariya Kobanê bi Şaredariya Lohne re mekanîzmaya hevkariyê gotûbêj kir
18 gulan, 2026   20:21
KOBANÊ

Îro, Şaredariya Gel a Kobanê bi rêya Zoomê bi Şaredariya Lohne ya Almanyayê re civînek danasînê li dar xist. Ev civîn wekî amadekariya ji bo îmzekirina peymana şirîkatî û hevkariya pêşerojê di navbera her du aliyan de pêk hat.

Şaredara Kobanê Almaz Romî, cîgirê wê Osman Mihemed û endamên Meclisa Rêveberiya Şaredariyê, Muslim Muslim û Narîn Bozo beşdarî civînê bûn.

Rayedarên Şaredariya Kobanê bal kişand ser girîngiya vê hevkariyê di piştgiriya projeyên binesazî û başkirina xizmetên ku ji welatiyan re têne peydakirin û vekirina rêyên nû ji bo hevkariya pêşerojê.

Şaredariya Almanyayê jî amadebûna xwe ya ji bo peydakirina piştgiriya teknîkî û danûstandina pisporiyê di gelek waran de diyar kir.

Di civînê de rewşa xizmetguzarî ya Kobanê, rêbazên çareserkirin û mekanîzmayên ku Şaredariya Lohen a Almanyayê dikare pêşkêş bike, hatin nîqaşkirin.

Çaverê ye civînên din di rojên pêş de di navbera her du aliyan de, bi armanca berfirehkirina asta nîqaşan, destnîşankirina pêşîniyên projeyên hevbeş û danîna plansaziyên pêkanînê, werin lidarxistin.

(fr)

ANHA