Rêveberiya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Helebê pêşwazî kir

Rêveberiya Bajarê Kobanê û rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Helebê pêşwazî kir, zehmetiyên ku xebatkarên perwerdeyê û xwendekar pê re rû bi rû dimînin hatin nîqaşkirin.

Rêveberiya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Helebê pêşwazî kir
Rêveberiya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Helebê pêşwazî kir
Rêveberiya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Helebê pêşwazî kir
Rêveberiya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Helebê pêşwazî kir
Rêveberiya Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Helebê pêşwazî kir
18 gulan, 2026   20:04
KOBANÊ

Rêveberiya Bajarê Kobanê û rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajêr şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Paêrzgeha Helebê pêşwazî kir. Ev serdan li ser 

Îro Rêveberiya Bajarê Kobanê û rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajêr pêşwaziya şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Helebê kir. Di serdanê de girîngî ji bo piştgiriya beşa perwerdeyê û başkirina şert û mercên xwendinê hate dayîn. Zehmetî û astengiyên ku xebatkarên perwerdeyê û xwendekar pê re rû bi rû dimînin hatin nîqaşkirin.

Şandeyê serdana hejmarek ji dibistan û navendên perwerdehiyê kir ku rêveçûna proseya xwendinê û pêdiviyên beşa perwerdehiyê û amadekarên navendên ezmûnan bişopînin.

ANHA