Şaredariya Hesekê geracên veguhastina navxweyî kirin yek

Şaredariya Gel a Hesekê bi armanca birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê li hundirê bajêr û hêsankirina tevgera welatiyan geracên veguhastina navxweyî yên ku li tevahî bajêr belav bûbûn, kirin yek.

Şaredariya Hesekê geracên veguhastina navxweyî kirin yek
Şaredariya Hesekê geracên veguhastina navxweyî kirin yek
Şaredariya Hesekê geracên veguhastina navxweyî kirin yek
Şaredariya Hesekê geracên veguhastina navxweyî kirin yek
Şaredariya Hesekê geracên veguhastina navxweyî kirin yek
20 hezîran, 2025   05:06
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Bi armanca birêkûpêkkirin û başkirina çûn û hatina giştî di nava bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê de, Şaredariya Gel a Hesekê ragihand ku geracên veguhastina navxweyî ku berê li cihên cuda yên bajar belav bûbûn, hemû di geraca sereke ya navendî de kom kirine. Gerac li nêzî sûka navendî ye û ji bo xetên veguhastinê yên ku deverên cihêreng vedihewîne wekî xaleke sereke ye.

Ev biryar wek beşeke nêrîneke berfireh a ji bo berfirehkirina rêveberiyê piştî yekkirina şaredariyên Xiwêran û Til Hecerê, di bin rêveberiya yek şaredariyê de pêk tê.

33 XETÊN DIGIHÊJIN HEV

Di vê çarçoveyê de, rêvebera beşa trafîkê ya Şaredariya Gel a Hesekê Nalîn Bedirxan diyar kir ku 33 xetên çûn û hatinê yên navxweyî li bajêr hene, û pêwîst bû navendeke yekgirtî ji bo wan were avakirin da ku veguhastin û tevgera navbera taxan hêsantir bibe û karûbarê xizmetguzariyê baştir bibe. Hibijartina cihê geracê ne bêserûber bû, lê li gorî pêşniyarên welatiyan û hewcedariyên wan hat destnîşankirin.

Nalînê wiha domand: "Geraca nû li cihekî ye ku mirov dikare ji hemû aliyan ve xwe bigihînê û qerabalixa berê ku geracên bêserûber ên li taxan çêdikir, sivik dike."

Nalînê destnîşan kir ku yekkirina şaredariyên Xiwêran û Tel Hecerê di bin sîwana şaredariyekê de firsetek ava kir, beşa veguhestinê ji nû ve were ava kirin. Nalîn wiha pê de çû: "Yekkirina rêveberiyê hişt ku em biryarên herî hevrêzî û hevgirtî bigirin. Pêdiviya veguhastina navxweyî bi rêxistinkirinê hebû, bi taybet piştî berfirehkirina bajêr û zêdebûna hejmara niştecihan."

LI GORÎ MESAFEYÊ BUHAYEK SABIT Û MUXALEFETKIRINA TAKSIYAN

Nalîn Bedirxan der barê buhayên veguhastinê de diyar kir ku buhayê niha li gorî dûrbûnê ye û wiha ye:

Xetên di nava bajêr de: 1500-2000 lîre.

Xetên Tiwênayê (Bakur): 2500 lîre.

Xetên kampa Waşûkanî: 3000 lîre.

Nalînê anî ziman ku ev buha bi hevrûkirina lêçûnên sotemenî û tamîrkirina erebeyan "guncaw û adil" in, lê giliyên herî balkêş ew in ku ji bo kirêya taksiyan hatin, ku kirê ji ajokarekî heta yekî din bêyî pabendbûna bi buhayê, cuda dibin.

Nalînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Me dewriyeyên çavdêriyê, ji bo şopandina pabendbûna ajokarên taksiyan bi buhaya fermî, ava kirine û kî li gorî vê yekê neçe, karta sotemeniyê jê tê kişandin. Her wiha pêşniyarek din jî j bo diyarkirina yek buhayê ji bo taksiyan ku li gorî şiyana welatiyan be, tê lêkolînkirin."

BAŞKIRINA BINESAZIYA GERACA NÛ

Nalîn destnîşan kir ku şaredariyê bi hevrêziya ajokar û şêniyên bajêr bi awayekî pratîkî dest bi başkirina binesaziya geraca navendî kiriye û wiha anî ziman: "Me zemîna geracê qîr kir û tûtya ji bo siyê ji ajaokaran re siwar kirin. Ev gav wê kalîteya xizmetguzariyê û başkirina mercên xebatê baş bikin."

Di dawiya axaftinên xwe de, Nalîn Bedirxan got Şaredariya Gel a Hesekê hemû gilî û pêşniyarên welatiyan ên têkildarî veguhastina giştî pêşwaz dike û ji bo rûbirûbûna her cure îstîsmarê û binpêkirina qanûnan di nava xebatê de ne.

(ac/fr)

ANHA