Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin

Rêveberê beşa paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Idrîs Îbrahîm diyar kir li gorî derfetan dê di dema pêş de pirsgirêka cihê çopê ya li taxa Mişêrfê çareser bikin.

Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
Şaredariya Hesekê: Em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
13 nîsan, 2026   07:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Şêniyên bajarê Hesekê li ser cihê çopê yê li taxa Mişêrfê bi gazinc in. Têkildarî mijarê rêveberê beşa paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Idrîs Îbrahîm got: "Ji ber rewşa heyî çopa bajêr me demekê avêt cihekî li taxa Mişêrfê, ji ber vê jî gel bi gazinc û gilî ye. Niha gel çareseriyekê dixwaze.”

Idîrs behsa çareseriyê kir û wiha got: "Em ê wan çopan binax bikin. Binaxkirina çopê bandorê nake, eger bandor bike me wisa nedikir. Me dest bi plana xwe kiriye, li gorî derfetên heyî em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Idîrs diyar kir ku dê ji vê demê û şûn de çopa bajêr bibin cihê çopê yê ku dikeve ser rêya Ebyedê û wiha got: "Wek beşa paqijiyê gelek zehmetî li ser me hene. Xebatên me sibehan û êvarê didomin. Di paqijiyê de pirsgirêkên me jî hene û ya gel jî hene. Ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê heya ji destê me tê em derfetan zêde bikin û bernameyeke nû deynin."

Şêniya ji Hesekê ya bi navê Ebêd Dawûd jî têkildarî mijarê got: "Em gilî û gazicên xwe dikin, ji ber ku çopê avêtin vir, di dema pêş de wê behna genî çêbe. Her wiha dê kelmêş jî zêde bibin. Em hêvî dikin ku şaredarî di demeke zû de vê pirsgirêkê çareser bike.”

Şêniyê bi navê Welîd Bedir jî got: "Beriya niha ev cih paqij bû, lê niha gelek çop lê heye. Lê niha em dixwazin şaredarî çareser bike. Ji ber ku ji ber vê çopê dê nexweşî zêde bibin."

ANHA