`Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mafek e nayê qebûlkirin were paşxistinˊ

Jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: "Berdewamiya ragirtina wî li gorî qanûn û peymanên navneteweyî nayê qebûlkirin. Dem hatiye ku ev rewş bi dawî bibe."

`Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mafek e nayê qebûlkirin were paşxistinˊ
13 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF – KINAN EL SEYID

Jinên ji bajarê Girkê Legê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye pêdiviyeke mirovî û exlaqî.

Hevseroka Melcisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Girkê Legê Şehnaz Ebdo diyar kir ku jin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin û destnîşan kir ku berdewamiya ragirtina wî bi tu pîvanên qanûnî an mirovî nayê pejirandin.

Şehnaz diyar kir ku raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rolek bingehîn di gihîştina vê asta hişmendî û rêxistinbûnê de lîstiye, got, jin xwe wekî beşek ji vê rêya ramyarî û mirovî dibînin. Her wiha da anî ziman ku dilsoziya bi vê ramanê re bi berdewamiya daxwaza azadiya wî ya fîzîkî tê nîşandan.

Şehnaz Ebdo diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan di nav gelê xwe de bi azadî bijî û anî ziman ku berdewama ragirtina wî bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Şehnazê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hemberî doza Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku bêdengî dibe sedema dirêjkirina dema ragirtina wî. Şehnaz Ebdo ji aliyên peywendîdar xwest ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînibn û bi baldarî bixebitin da ku dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were û li gorî qanûnên navneteweyî azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Şêniya bi navê Selma Îbrahîm diyar kir ku tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 27 salan ve li nîşan dide ku aliyên navneteweyî peymanên navneteweyî paşguh dikin. Her wiha da zanîn ku ev mijar mudaxeleya zelal ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hewce dike.

Selma Îbrahîm bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û zextê bikin da ku mafên Rêber Apo, di serî de  mafê wî yê azadiya fîzîkî, misoger bikin. Her wiha da zanîn ku bêdengiya navneteweyî li ser vê mijarê êdî nayê qebûlkirin.

Şêniya bi navê Xaliya Îbrahîm jî diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye daxwazek bingehîn a hemû jinan û da zanîn ku heta ev daxwaza pêk were dê têkoşînê bikin.

Xaliya got tecrîd û ragirtina Rêber Abdullah Ocalan nayên qebûlkirin, divê di nav gelê xwe de azad be.

(k)

ANHA