Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin

Şaredariya Gel di civînekê de projeyên xwe yên pêşxistina binesazî, kehrebe, av û sûkan nîqaş kirin. Şaredariyê girîngî da beşdarkirina civaka xwecih di pêkanîna projeyan de.

Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên sala 2026'an nîqaş kirin
4 îlon, 2025   19:51
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê civîna xwe ya berfireh li Parka Xwendinê ya bajêr li dar xist. Di civînê de nîqaşên berfireh li ser pêdiviyên bajêr ji projeyên xizmetguzarî kirin. Di nîqaşan de giranî ji bo pirsgirêkên av, kehrebe û projeyên sereke wekî ronîkirina kolanan hat dayîn.

Hevserokê Odeya Endezyaran a kantonê Lezgîn Hisên teqezî bi girîngiya projeyên xizmetguzariyê da û diyar kir ku divê ji tecrubeyên xwecihî sûd were girtin.

Di civînê de projeyên ku ji bo sala 2026'an hatine pêşniyarkirin wekî yên pêşxistina kehrebe û avê, organîzekirina xebata jeneratoran û pêşxistina cihên giştî hatin nîqaşkirin.

ENCAMNAMEYA CIVÎNÊ

Di encamnameyê de projeyên berfirehkirina torên avê û kanalîzasyonê, çaksazkirina tûrbînan, siwarkirina saetên jîr ên kehrebeyê û qîrkirina rêyên sereke û nesereke hatin erêkirin.

Her wiha girîngî ji bo birêxistinkirina sûkan bi rêya avakirina sûkeke nû û derxistina kargehên pîşesaziyê ji hundirê bajêr jî hat dayîn. Girêdayî wê projeyên wekî avakirina geracên nû li derveyî bajêr û pêşkêşkirina xizmetên taybet ji bo ajokaran jî hatin erêkirin.

Di aliyê avahîsaziyê de jî plansaziyeke nû bi Yekitiya Endezyaran re hat danîn, li gorî wê deverên nû yên niştecihbûn û pîşesaziyê tên diyarkirin. Di qada tenduristî de jî organîzekirina xebata klînîkan di hundirê bajêr de û şopandina xebatên paqijiyê hatin erêkirin.

Di civînê de zêdekirina saetên pêxistina kehrebeyê û damezirandina komîteyên xwecihî ji bo şopandina pêkanîna projeyên navborî hat erêkirin.

(mh/şx)