Li Hemayê di êrişekê de 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Hemayê di êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin ku 2 ji wan birayên hev in û 2 din jî birîndar bûn.

Li Hemayê di êrişekê de 3 kes hatin kuştin
4 îlon, 2025   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas, li bajarê Hemayê êriş malbatekê kirin. Di êrişê de 2 bira û xizmekî wan hatin kuştin, birayekî din û hevjîna wî birîndar bûn. 

SOHR`ê da zanîn ku dayîka her qurbaniyan, şîî ye û ji malbata Elawî ye ya ji bajarokê Foa ye. Bav jî ji Idlibê ye. Malbat berê li bajarokê Foa dijiya û dûre koçberî Laziqiyeyê bûye. Piştre li navendeke koçberiyê ya bajarê Hemayê bi cih bûye.

Êrişker li nêzî dibistana Tahir El Şaar rasterast gule reşandiye malbatê. Piştî bûyerê, xof ketiye dilê şêniyên taxê û metirsî hene ku mîna van êrişan dubare bibin.

Di encama tevger an jî reftariyên takakesî de ji destpêka 2025`an ve, li parêzgehên Sûriyeyê hezar û 3 kes hatiye kuştin. Jê 32 jin in û 21 zarok in.

(şx)