Ji bo parastina zeviyên çandiniyê 2 civîn li dar xistin

Meclisa Gel a Çilaxayê bi armanca nîqaşkirina girtina tedbîrên parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan, 2 civîn li dar xistin.

Ji bo parastina zeviyên çandiniyê 2 civîn li dar xistin
2 hezîran, 2026   15:28
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Çilaxayê bi koordîneya meclisên bajarokê Abirê û Kêşikê 2 civîn li dar xistin.

Civîn bi armanca nîqaşkirina tedbîrên parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan pêk hatin. Endamên komîteyên tenduristî, xizmetguzarî, parastin, jin û ciwanan, hevserokên meclisên Abirê û Kêşikê amade bûn.

Di civînê de rewşa çandiniyê û amadekariyên çinînê û parastina zeviyan hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Kêşikê Fewaz Şatir û rêveberê Komîteya Parastinê ya Meclisa Bajarokê Abirê Zêdan Hisên girîngiya girtina tedbîrên bilez ji bo parastina zeviyan anîn ziman. Hate diyarkirin ku divê civîn bi komînên tevahî gundan re were lidarxistin  û tedbîrên parastina zeviyan ji şewatan, birêxistinkirina xebata civakî bi awayekî leztir û çalaktir bi şêniyan re werin parvekirin.

Tedbîrên divê werin girtin, wek belavkirina hejmarên telefonan ên rewşên awarte û agirkujiyê li şênî û komînan, diyarkirina nuqteyên ekîbên rewşên awarte, her wiha diyarkirina hejmarên xwediyên traktor û tankerên avê, avakirina komên nobetên parastinê bo 24 saetan, her wiha avakirina komên ciwanan ên şopandina zeviyên çandiniyê pêk tê.

Hate gotin, kesên şewatan derdixin divê tavilê radestî Asayîşê werin kirin. Girîngiya tevkariya xwediyên traktoran û tankerên avê û girtina hemû tedbîrên pêşîgirtina li ber şewatan hat vegotin.

Di civînan de hate diyarkirin ku divê şênî werin hişyarkirin ku binikên cigareyan an jî madeyên ku dibin sedemên şewatê, neavêjin nêzî giha û zeviyan.

Di dawiyê de beşdaran diyar kir ku parastina zeviyên çandiniyê ne tenê erka tîmên agirkujiyê ye, berpirsyarek civakî ye. Her wiha hate gotin ku dê bi mijara girtina tedbîran civînên awarte bi komînan re werin lidarxistin.

(bb)