Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist

Şaredariya Gel a Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist. Xebatên xwe yên salekê nirxandin û plansaziya xwe danî.

Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist
8 mijdar, 2025   13:11
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Amûdê ya kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Endam û hevşaredar, endamên saziyên civaka sivîl û hejmareke şênî beşdarî civînê bûn. Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a li bajarê Amûdê hat lidarxistin.

Piştre hevşaredara Amûdê Ranya Yûnis axivî û got lidarxistina vê civînê ji bo nirxandina xebatên şaredariyê, guhdarîkirina pêşniyarên şêniyan û nûnerên saziyan û pêşxistina xizmetan girîng e.

Piştre rapora rewşa siyasî hat xwendin. Di raporê de rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Baasê, êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefkirina nuqteyên QSD’ê hatin nirxandin. Hate gotin, ev kiryar ku binpêkirina mafên şêniyan e, hişmendiya biçûkxistin û paşguhkirinê nîşan dide.

Cîgira hevşaredarên Amûdê Întîsar Şakir rapora xebatên salekê yên şaredariyê xwendin.

Li gorî raporê ji xebatên hatin kirin: qîrkirin û sererastirina rêyan, ronîkirina rêyên giştî bi enerjiya tavê, lidarxistina pêngavên paqijkirinê û çandina daran, avakirina bîrekê, avakirina rogaran û serekirina torên kanalîzasyonê li ser gelek rêyan.

Di raporê de kêmbûna derfetan wek zehmetiyên li pêşiya pêkanîna hin xebatan hat destnîşankirin û banga tevkariyê li şênî û saziyan hate kirin.

Di raporê de plansaziya dema pêş jî hate destnîşankirin. Ji xebatên ku dê werin kirin ev in: Avakirina sûkeke sebzeyan û guhertina cihê wê yê heyî, avakirina benzînxaneyekê li herêma pîşesaziyê, temamkirina projeya avakirina sînemayê.

Piştre nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin guhdarkirin. Beşdaran girîngiya başkirina rêyan û qîrkirina wan, zêdekirina eleqeya bi paqijiya giştî û parastina jîngehê vegotin.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser xebatên sala borî yên şaredariyê hat pêşandan.

(bb)

ANHA