Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Li gorî malpera Dengê Destgîrkiriyên Kurd û Îranê rewşa Zeyneb Celaliyan ne baş e û tedawiya wê tê astengkirin.

Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
8 mijdar, 2025   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e, lê heta niha rê nehatiye dayîn ku were dermankirin.

Li gorî malpera Dengê Destgîrkiriyên Kurd û Îranê, rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan ne baş e û metirsî li ser jiyana wê hene.

Hate gotin ku piştî 24 saetan emeliyatê, bêyî ku tedawiya Celaliyan bi dawî bibe, ew vegerandine girtîgehê. Li gorî heman çavkaniyê ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, nebûna xurek û bêdermaniyê, rewşa wê ne baş e.

Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşanê hat destgîrkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa “hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî Xweda” cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê veguherand muebbetê.