Sarah Glynn: Kampanya mînaka piştgiriya ji Ocalan re ye

Akademîsyen Sarah Glynn têkildarî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd got pêngav îlhamê dide mirovan, lewma divê her kes xwe wek parçeyekî wê bibîne.

Sarah Glynn: Kampanya mînaka piştgiriya ji Ocalan re ye
7 mijdar, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN
 CÎHAN BÎLGÎN

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ 10’ê Cotmehê li Strasbourgê ji aliyê Platforma Çareseriya Pirsgirêka Kurd ve bi daxuyaniyekê li 74 navendên cîhanê hatibû ragihandin.

Têkildarî pêngavê aktîvîst, nivîskar û mîmara ji Skoçyayê Sarah Glynn ku yek ji beşdarên pêngavê ye, ji ajansa me re axivî.

Sarah Glynn diyar kir ku kampanya ji bo her kesî pir girîng e û wiha got: "Di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê li Tirkiyeyê de, rola Ocalan sereke ye. Ev daxuyaniya çapemeniyê ya navneteweyî bû mînaka piştgiriya berfireh a ji bo Ocalan û fikrên wî. Di heman demê de girîngiya ramanên wî jî derdixe ber çavan ku hêviyê dide mirovan û her deverê dikare ji pergala kapîtalîst re bibe alternatîf. Pergala kaptalîst her ku diçe berfireh dibe û civakê hildiweşîne. Krîza cîhanê her ku diçe kûrtir dibe, mirov zêdetir girîngiya paradîgmaya Ocalan di îmkana ramaneke cuda û birêxistinkirina civakan de derdixe holê.”

Sarah Glynn tevlêbûna pêngavê û çalakî wek “îlham” nirxand û wiha got: "Ji gelek kom û welatên cuda beşdarî vê kampanyayê bûne. Ev tevlêbûn û çalakî îlhamê didin mirovan. Piştgiriya vê her ku diçe zêdetir dibe. Divê hemû gelên cîhanê xwe wek beşeke vê kampanyayê hîs bikin.”

'PIŞTGIRIYA LI DIJÎ ASTENGIYAN ZÊDE BÛ'

Sarah Glynn diyar kir ku gelek aliyan ji bo pêşîlêgirtin an jî astengkirina rêze çalakiyan hewl daye lê ev bi ser neketine. Sarah nêzîkatiya rayedarên fransî ya li hemberî van çalakiyan wek mînak nîşan da û wiha got: "Piştî ku rayedarên fransî biryar da ku herî dawî çalakiyên me yên li derveyî Konseya Ewropayê qedexe bikin, parlamenteran yekser li avahiya lijneyê axaftinên piştgiriyê kirin. Vê jî nîşan da ka piştgiriya vê kampanyayê çi qas xurt e.”

'DÊ JI ÎMRALIYÊ RE DE QERT BÊN ŞANDIN'

Sarah Glynn têkildarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê yên demên pêş de, wiha axivî: “Kampanya demdirêj e. Piştî daxuyaniyên çapemeniya navneteweyî, daxuyaniyên nivîskî yên sazî û kesan hatin weşandin. Ji aliyê rêxistinên tevgera Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê ve jî daxuyanî hatin dayîn. Li Ewropayê li ber avahiyên parlementoyê kon tên vedan û dosyaya me pêşkêşî siyasetmedaran tê kirin. Di qonaxa pêş de em ê kartpostalên ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji zindana Îmraliyê û ji heyetê re bişînin. Planên konferans û çalakiyên demdirêj hene. Em ê li welatên cuda projeyên xwe bidomînin."

SARAH GLYNN KÎ YE?

Mîmar û nivîskar Sarah Glynn aktîvîsteke brîtanî ye ku li Strasbourgê dijî û ji bo azadiya fîzîkî ya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe. Di çalakiya 1’ê Gulanê de yekem car bi Kurdan nas kir. Dema ku di sala 2014′an de li BBC′yê li belgefîlmekê temaşe kir, li ser Kurdan meraq kir û biryar da ku wan nas bike. Piştî ku tev li ‘Skotlanda Solidarity with Kurdistan’ (Hevgirtina Skoçyayê ya bi Kurdistanê re), serdana Rojavayê Kurdistanê kir û biryar da ku bi Kurdan re hevgirtinê nîşan bide. Li Zanîngeha Edinburgh, Zanîngeha West of Scotland û Zanîngeha St Andrews wek mamoste xebitiye.

ANHA