Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed

Şehîd Mihemed El Ehmed bi zîrekî, jîrbûn, vîna xwe ya xurt, jêhatîbûn û dilsoziya xwe hat naskirin. Ev xusletên wî di bîra her kesê ew nas kiriye de zindî ne.

Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed
Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed
Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed
Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed
Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed
Zulm red kir û li hember dijminan serî hilda: Şehîd Mihemed El Ehmed
7 mijdar, 2023   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Mihemed El Ehmed tevî 28 hevalên xwe di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li herêma Koçerat a Dêrikê de 8`ê Cotmehê şehîd bûbû.

Mihemed El Ehmed di 1`ê Çileya 2002`yan de li navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê de ji dayîk bûye. 4 xwişk û birayên wî hene.

Mihemed El Ehmed bi zîrekî û jîrbûna xwe dihat naskirin. Li dibistana Ebdulwehab a navçeya Til Koçerê xwendina seretayî û li dibistana Ebdulfetah asta navîn xwendiye. Amadehî jî li dibistana pîşeyî qedandiye. Sala 2020`an ji peymangeha pîşeyî beşa mîkanîk a Hesekê derçûye. Tevî şert û mercên aborî yên dijwar ên malbatê, di peymangehê de yê yekemîn bû.

Şehîd Mihemed aram bû û vîna wî xurt bû, jêhatî û dilsoz bû. Ji ber wê di nava malbatê û hevalên xwe yên dibistanê de hezkirî bû. Ji futbolê hez dikir û di tîmên navçeyê de listikvan bû.

Dayîka şehîd Mihemed Cemîle Hisên diyar kir ku Mihemed ji biçûkahiya xwe ve zulm red dikir, di heman demê de dilovan û ji xêrê hez dikir. Hewl dida derdora xwe her tim şad bike.

Mihemed bi birayê xwe Ebdulqadir bandor bûye ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn e û sala 2023`yan li hember êriş û siyasetên şerê taybet ên li dijî herêmê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye. Tev li gelek dewreyên perwerdeyê bûye jê dewreya perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Ferhad a Hêzên Ewlekariya Hundiîn, Şehîd Nesrîn ên li gundên Koçerat. Li wir 8`ê Cotmehê di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker li dijî akademiyê de tevî 28 hevrêyên xwe şehîd bû.

Kurapê şehîd Mihemed, Xalid El Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Hêviyên Mihemed mezin bûn. Me, ew û 28 hevrêyên wî ji dest da. Tirkiye bê hesab terorê dimeşîne. Hêzên navneteweyî di serî de Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êriş û komkujiyan in.”

Xalid El Ehmed wiha domand: “Şehîd wê her tim nemir bin. Li dû xwe gelek şûn û destan hiştin. Em ê wefadarên wan bin. Li ser şopa wan armancên wan biparêzin ku ji bo wê şehîd bûne.”

Dayîka şehîd Mihemed Cemîle Hisên jî diyar kir ku şehîd Mihemed bi xusletên xwe hişt piraniya niştecihên navçeyê jê hez bikin û wiha domand: “Bi sedan tev li merasîma sersaxiyê bûn û piştgiriya me kirin. Hezkirina ku di dilê her kesê wî nas dike de hiştiye, ji bo me xemrevîna rastîn e.”

(şx)

ANHA