Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê

Roja duyemîn a 1'emîn Kongreya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî ya zanîngeha Şerq a Reqayê bi beşdariya lêkolerên parastina kultûrê dest pê kir.

Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
Kongreya Parastina Mîrasê: Rêbazên qanûnî yên parastina kultûrê
6 mijdar, 2023   20:38
REQA

Di roja duyemîn de gelek rûniştin hatin lidarxistin wek rola nasnameyan di dewlemendkirina kultûrê de, stranên gel ên Herêma Cizîrê û parastina qanûnî ya kultûrê di dema şerên çekdarî de li gor qanûna niştîmanî û ya navneteweyî.

Rûniştina yekemîn bi navê "Berpirsiyariya xebatên parastina mîrasa gel a nemadî tecrûbeya saziya Îşan" ji aliyê lêkolerê kultûrê yê ji Iraqê Elî El Hedad ve bi rêya zoom'ê hat birêvebirin. El Hedad got: "Cîhan ji bo vejandina kultûrê dixebite, di gelek dewletên derdorê de girîngî ji bo kultûrê tê dayîn wek navenda lêkolînên folklorê, li Filistînê beşa folklora gel û li Qahîreyê peymangeha kultûra gel hene, ev peymangeh jî karê wan parastina kultûrê ye."

El Hedad wiha domand: "Berê navendeke me ya lêkolînên folklorê hebû lê di encama şer û dagirkirina Iraqê de ew êdî nemaye. Her wiha daxwazeke me ya avakirina navenda parastina kultûrê hebû û saziya Îşan nimûneya vê yekê ye. Îşan peyveke Sumerî ye û wateya cihê bilind dide û Iraq wek herêmeke kultûrî ji Zaxo ber bi başûr ve hat dîtin."

Piştî ku beşdaran mijar nîqaş kir, semînerek bi navnîşan "El Fesîh ê jibîrkirî yek ji taybetmendiyên devoka Reqayê" ji aliyê rewşenbîrê ji Reqayê Îbrahîm El Xelîl ve hat dayîn. El Xelîl got: "Têgeha devok di herêmekê de hevbeş e, Erebên kevin têgiha devok bi kar neanî, wan têgiha ziman bi kar dianî û pirtûkeke Esmaî ya bi navê Ziman heye, her wiha berhemên wî yên der barê heman mijarê de hene lê piraniya van pirtûkan di encama şer û guhertinên demografî de hatin jidestdayîn."

El Xelîl wiha domand: "Devoka Reqayê dewlemend e û di taybetmendiyên xwe de cewhera zimanê erebî parast.”

Di rûniştina dawîn a mîhwera yekemîn de stranên gel ên Herêma Cizîrê ji aliyê lêkoler û profesorê hunerê Ebad Berko ve hat nîqaşkirin. Berko di serî de bal kişand ser girîngiya kultûra gel di pêşxistina ruhê hunerî yê mirovan û bandora wê li ser psîkolojiya gelan de.

Di rûniştina duyemîn de lêkolîna rexnegirî li ser qanûna şûnwaran û parastina qanûnî ya kultûra çandî û parastina kultûra çandî ya madî û nemadî li gor qanûna navneteweyî, hatin nîqaşkirin.

Di rûniştinê de semînerek ji aliyê lêkoler û profesor Tertîl Derwîş ve bi rêya zoom'ê hat dayîn. Tertîl Derwîş destnîşan kir ku bûyerên li Sûriyeyê û kirîzê hişt ku diziya şûnwaran ji Sûriyeyê û dewletên ku şer lê qewimîne zêdetir bibe."

Tertîl Derwîş wiha zêde kir: "Piştî şerê cîhanê yê yekemîn gelek aliyên kultûrî hatin jidestdayîn û em li herêma erebî rastî êrişên li dijî kultûra mirovî tên, ev jî binpêkirina qanûna mirovî ye, qanûna navneteweyî li herêmên erebî nehatiye pêkanîn û me hemiyan kiryarên li Xezayê dîtin û ev tev sûcên şer in."

Semînera duyemîn bi navê "Parastina kultûra çandî ya nemadî li gor qanûna navneteweyî" ji aliyê profesor Ebas Rohî ve bi rêya zoom'ê hat dayîn. Rohî got: "Qanûna navneteweyî ne ji bo gel e, ji ber wê jî em nikarin bi awayekî cidî kultûra xwe ya nemadî biparêzin ji ber ku ev qanûn ji bo dewletan ne ji bo gelan e."

Rohî wiha lê zêde kir: "Di aliyê qanûna navneteweyî de pirsgirêk ew e ku ji destpêka kultûra Rojhilata Navîn de gel hatin paşguhkirin û em bandora wê îro dibînin ku çawa li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê qanûnên xwecih xwe dispêrin yek netewe û yek ziman û yek ol, hemwextî wê jî nasname û çandên din tên çewisandin û armanc windakirina wan çandan e."

Semînera sêyemîn li ser parastina kultûra çandî li gor qanûna navneteweyî di dema şerên çekdarî de bû ku ji aliyê profesor û lêkoler Nayif El Nayif ve hat dayîn. El Nayif got: "Şerên çekdarî zêdetir dibin û di encamê de gefê li kultûra çandî tê xwatin ji ber wê jî civata navneteweyî hewl da qanûnên parastinê li aliyên ku şer dikin ferz bike."

El Nayif wiha domand: "Di 1954'an de qanûna parastina şûnwaran di şerên çekdarî de derket û herdu aliyên ku şer dikin ji bo parastina kultûrê hatin neçarkirin. Li Sûriyeyê pêwîstî bi parastina kultûrê hebû lê ji ber binketina çavdêriya giştî û taybet, UNISCO berê xwe da protokeleke nû, ew jî xurtkirina pergala parastinê ye anku qadên çandî û kultûrî parastî bin û ji bo armancên leşkerî û yên din neyên bikaranîn."

Semînera çaremîn û ya dawîn li ser lêkolîna rexnegirî ya qanûna şûnwaran a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku ji aliyê şêwirmendê qanûna navneteweyî ya Brîtanyayê û serokê Zanîngeha Şerq Hesen El Îsa ve hat nîqaşkirin. El Îsa got: "Gelek kes dibêjin ku qanûn madeyeke zuha ye, di her civakekê de maf û erk hene û divê ew zelal û li gor qanûnê bin."

El Îsa destnîşan kir ku divê têkiliyeke rasterast di navbera berpirsan û aliyên ku diziya şûnwaran dişopînin de hebe û got: "Divê hesabên giran ji kesên ku di warê diziya şûnwaran de dixebitin bê xwestin û bi awayekî taybet ne wek kesên normal bên darizandin."

Di dawiya rûniştina duyemîn de deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin û profesor El Îsa û Nayif El Nayif pirsên beşdaran bersivandin.

Tê payîn ku çalakî piştî navbera xwarinê saet di 18:30'an heta 10:00'an de berdewam bikin.

(mh)

 ANHA