QSD: 2 şervanên me li Minbicê şehîd bûn

QSD'ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku li gundewarê kantona Minbicê şehîd bûbûn, aşkera kirin û soza tolhildanê da.

QSD: 2 şervanên me li Minbicê şehîd bûn
29 îlon, 2024   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê ku li gundewarê Minbicê şehîd bûbûn aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van demên dawîn de asta êriş û hedefgirtinên xwe yên dijminane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov û xwekujî zêde kirin. Armanca dagirkeriyê ji van êrişan xelkê herêmê ji gund û malên wan bidin koçberkirin da ku rûbera dagirkeriya xaka Sûriyeyê fireh bike.

Ji eniyên herî zêde dagirkerî û çeteyên wê êrişên xwe zêde kirine eniya gundewarê Minbicê ye. Rojek jî bêyî bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek û xwekuj û topavêjan derbas nabe.

Lê şervanên me bersiva hemû êrişên dagirkeriyê û hewldana ketina çeteyên wê didin, her wiha tevahî hewldanên kontrolkirina herêmên hêzên me lê hene têk dibin.

Di eniyekî gundewarên Mınbicê de 2 şervanên me gihaştin asta şehadetê. Navên wan Ciwana Qasimiyê (Ebdo Îsa Bozî) û Dozvan Kobanê (Mihemed Ednan Boz) in.

Her du şervanên me di gelek perwerdeyan re derbas bûn. Ew her du beşdarî gelek operasyonên leşkerî yên bersivdana êrişên hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bûne. Li hember van êrişan berxwedaneke mezin rabir kirine. Ew her du şehîd xwedî ruhê hevrêtiyê yên bilind bûn.

Em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe, her wiha em soz didin şehîdan xwe ku tola wan ji sûcdaran hildin û armancên wan dixwest pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Ciwan Qasimiyê

Nav û paşnav: Ebdo Bozî

Navê dayikê: Cîhan

Navê bav: Îsa

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê -2001

Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Minbicê 25'ê Îlona 2024'an.

Navê tevgerî: Dozvan Kobanê

Nav û paşnav: Mihemed Boz

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Ednan

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qasimiyê 2004

Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Minbicê 25'ê Îlona 2024'an.

(mh)