Di êrişeke bejahî ya li Lubnanê de efserekî Îsraîlê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa bejahî ya li başûrê Lubnanê de efserekî wê hatiye kuştin.

Di êrişeke bejahî ya li Lubnanê de efserekî Îsraîlê hat kuştin
22 cotmeh, 2024   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya ʹThe Times of Israelʹ, artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrşa bejahî ya li başûrê Lubnanê de efserekî wê hatiye kuştin.

Artêşê aşkera kir ku efser cîgirê fermandarê tûgaya 9308ʹan e û navê wî Bar Aviram Harif (42) ye.

Ji destpêka Cotmehê ve di êrişa bejahî ya artêşa Îsraîlê li Lubnanê de herî kêm 19 leşkerên wê hatine kuştin.

Hemwextî wê Hizbullah ragihand ku bi balafirên bêmirov baregeheke leşkerî li başûrê Heyfa bombebaran kiriye.

(fr)