Li Kobanê pêngava aşlekirina zarokan didome

Li Kobanê pêngava aşlekirina zarokan ku 31'ê Adarê dest pê kiribû, dewam dike.

9 nîsan, 2026   11:32
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Desteya Tenduristiyê ya Kobanê 31'ê Adarê pêngava aşlekirina zarokan dabû destpêkirin. Pêngav dê heya 22'yê Nîsanê dewam bike. Di pêngavê pitikên 0-12 salî tên derzîkirin.

Têkildarî mijarê rêvebera pêngava aşlekirinê Rojîn Mistefa Silêman ji ajansa me re axivî.

Rojînê diyar kir ku pêngava aşlekirina zarokan 31'ê Adarê dest pê kiribû û dê heta 22'yê Nîsanê bidome. Rojînê diyar kir ku aşlekirina zarokan li Nevenda Tenduristiyê ya bajarê Kobanê dewam dike û rojane zêdetirî hezar zarok tên derzîkirin.

Rojîn Mistefa Silêman da zanîn ku 16 ekîb ji bo aşlekirina zarokan hatine avakirin û ev agahî dan: "Li Sirînê 6 ekîb hatin avakirin. Li Kobanê 2 ekîb; yek li Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê û yek li Navenda Heyva Sor a Kurd hatine avakirin. Li gundên Taşlûg, Til Xezal, Çelebiye, Şêran û gundên din jî hatin avakirin.”

Rojîn Mistefa Silêman diyar kir ku li van navendan pêşwaziya zarokan ji saet 08.00'an dest pê dike û heta saet 12.00'an dewam dike û ev bang kir:  "Em bang li her kesên ku zarokên xwe aşle nekirine dikin ku werin zarokan aşle bikin da ku nexweş nekevin.”

(bb)

ANHA