Şandeyeke hikumeta demkî ya Şamê çû Riyadê

Li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî, duh bi şev şandeyeke rêveberiya demkî ya Şamê çû Riyadê.

Şandeyeke hikumeta demkî ya Şamê çû Riyadê
2 ÇILE, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke hikumeta demkî ya Şamê bi pêşengiya wezîrê karên derve Eshed Şeybanî, wezîrê parastinê Ebû Mûrhef Ebû Qesre û serokê îstixbaratê Enes Xetab, çû paytexta Erebistana Siûdî Riyadê.

Ev serdana yekeme e ku hikumeta demkî ya Şamê piştî hilweşandina rejîma Esad, li welatekî dike.

Li gorî çavkaniyan, wezîrê karên derve yê hikumeta demkî, kêfxweşiya xwe û pêşketina têkiliyên her du aliyan aniye ziman.