Şandeyeke Brîtanyayê li Şamê hevdîtin kirin

Şandeyeke Brîtanyayê serdanê Şamê kir û bi Ehmed El Şerîî û rayderên hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin kir.

Şandeyeke Brîtanyayê li Şamê hevdîtin kirin
17 kanûn, 2024   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê David Lammy duh ragihandibû ku şandeyek ji bo dan û standinên li gel desthilata demkî ya Sûriyeyê, şandiye Şamê.

Tevî nûnerê Brîtanyayê yê Sûriyeyê Anne Snow, şandeya Brîtanyayê ya serdana Şamê kir, bi Ehmed El Şerîî (Colanî) û rayedarên hikumeta demkî ya li Sûriyeyê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de çawaniya siberoja Sûriyeyê, dosyaya cezayên li ser wê û piştevaniya mirovî û aborî ji bo Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Lammy ji medyaya brîtanî re got: "Heyet Tehrîr El Şamê li Qraltiya Yekbûyî rêxistineke terorî ya qedexekirî ye. Em nikarin pêwendiyên dîplomatîk pê re çêkin, ji ber vê yekê pêwendiyên me bi taybet jî ji bo garantiya avakirina hikumeteke nûnertî û ewlehiya depoyên çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê ye. Divê em garantiya ku tundî berdewam neke, wergirin."

Lammy got Brîtanya difikire ku bi awayekî dîplomatîk kar bike da ku rêveberiyeke baştir ji bo Sûriyeyê were mîsogerkirin. Her wiha destnîşan kir ku divê hikumeta Sûriyeyê ya nû hemû aliyan bicivîne da ku aramî û rêzgirtina ku gelê Sûriyeyê heq dike, pêk were.

(bb)