‘Bi şoreşa Rojava dê mafên hemû jinên Sûriyeyê bên parastin’

Kongra Star têkildarî gefên êrişan ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir “Bi şoreşa Rojava ku bi jinan dest pê kiriye, mafên hemû jinên Sûriyeyê dê bên parastin.”

‘Bi şoreşa Rojava dê mafên hemû jinên Sûriyeyê bên parastin’
17 kanûn, 2024   12:42
KOBANÊ

Kongra Star a kantona Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana jinan a li dijî van êrişan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Peyman Elûş ve li Qada Jina Azad a Kobanê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Piştî 54 salan rejîma desthilatdar hate rûxandin. Di 19’ê Tîrmehê de bingehek demoqratîk û azad ji bo tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî gelê heremê û ji bo jiyanek wekhev mafê tevahî pêkhateyan hat parastin û ji bo gelê azadîxwaz bû modelek nû û bû şoreşa jinê. Bi vê şoreşê re wê ev sedsal bibe sedsala şoreşa jina azad.

Bi hilweşîna sîstema Baas û aloziyên ku îro li tevahî erdîngariya Sûrî tê jiyankirin re, car din desthilatdariya dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma me nû dikin û dixwazin axa bi ewle dagir bikin.

Dagirker û çeteyên wê bi taybet êrişî Kobanê dikin da ku tola şikestina DAIŞ’ê hilînin. Li Kobanî ruhê netewî hatiye avakirin û îro bûye rûmeta gelê kurd. Wê careke din bi ruhê Arîn û Gelhatan li ber xwe bide û dagirkeriya dewleta Tirk û hevalbendên wê têk bibe.

Em jî wek beşek ji Sûriyeyê, ji bo ku Sûriyeyek nû bê avakirin û destûrek nû bê çêkirin û mafên tevahî pêkhateyan were parastin bi çand, ziman û nasnameya xwe jiyan bikin.

Em wek sazî û rêxistinên jin bang li jinan dikin ku di nava vê pergala me ya demokratîk de cihê xwe bigirin û projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe mafê tevahî jinên Sûrî."