4 kamyonên alîkariyê derbasî Rojava bûn

4 kamyonên alîkariyên mirovî yên ji lîstikvanê berê yê Amedsporê, siyasetmedarekî Almanî û neviyê Qazî Mihemed hatine pêşkêşkirin di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

4 kamyonên alîkariyê derbasî Rojava bûn
18 sibat, 2026   16:30
QAMIŞLO

Îro, di çarçoveya piştevaniya koçberên li navendên demkî yên Rojava dimînin û peydakirina pêdiviyên wan ên bingehîn de, 4 kamyonên alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

Lîstikvanê berê yê Amedsporê Deniz Naki, siyasetmedarê Alman Tobias Hoch û Kawa Elî neviyê Qazî Mihemed alîkarî pêşkêş kirin. Alîkarî ji 5 hezar paketên xurekê û lîstokên zarokan pêk tên.

Deniz Naki û Tobias Hoch ên ku tevî karwan derbasî Rojava bûne wê bi tevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê di hefteya bê de alîkariyê li koçberan belav bikin.

(fr)

ANHA