Şandeyek Rêveberiya Xweser serdana Xiristiyanan kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana saziyên olî, siyasî û ewlehî yên gelê Xiristiyan ê kantona Cizîrê kir, Cejna Noelê li wan pîroz kir.

25 kanûn, 2025   16:43
QAMIŞLO

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana saziyên olî, siyasî û ewlehî yên gelê Xiristiyan ê kantona Cizîrê kir, Cejna Noelê li wan pîroz kir.

Şandeyek Rêveberiya Xweser ji hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Desteya Hundirîn, Desteya Jinan, Meclisa Rûspiyan û Meclisa Malbatên Şehîdan pêk hat.

Şandeyê serdana Meclisa Milî ya Suryanî ya li Dêra Mar Yaqûb a Qamişloyê, Nivîsgeha Partiya Yekitiya Suryanî, Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) kir.

Di serdana Meclisa Milî ya Suryanî de Îlham Ehmed Cejna Noelê li gelê Xiristiyan pîroz kir û got: "Dîrokek me ya hevpar heye, me başî û nebaşî bi hev re jiyan kiriye, me gelek zehmetî bi hev re kişandine."

Îlham bal kişand ser peymana 10ˊê Adarê û got: "Hin gav beriya cejna sersalê hene. Me peymana 10ˊê Adarê îmze kir, me hewlên mezin û zêde ji bo bicihanîna vê peymanê dan. Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Ji van zehmetiyan astengiyên derve bûn, roleke wan a mezin di negihîştina lihevkirinê û bidestnexistina encamên li gorî peymanê hebûn. Li kêlek wê jî astengiyên hundirîn hebûn, weke çanda ku rejîma berê çandibû."

Îlham da zanîn ku bi rakirina cezayan û destpêkirina gihandina lihevkirinên nû bi Şamê re, wê rewş baş bibe û dê hin guhertinên mezin hebin. Lê girîngiya niha bêhtir li ser entegrasyona hêzên leşkerî ye, heta astekê hin nêzîkbûn heye, tenê nîqaşên biçûk mane ku berî belgeyek nû were îmzekirin. Em bi hêvî ne beriya serê salê mizgîniya baş bidin şêniyan."

Îlham anî ziman ku hewcedariya Sûriyeyê bi destûrek nû heye, ji ber bêyî destûra nû zehmet e aramî, ewlehî û bawerî hebe.

Di berdewama axaftina xwe de Îlham got: "Em niha di pêvajoya jinûve avakirina Sûriyeyê de ne, hewcedariya Sûriyeyê bi hevkariyê, beşdarbûna tevahî Sûriyeyiyan di proseyê de heye. Nabe aliyek tenê rûne, biryar bide, plan bike. Me hemûyan fedakarî û qurbanî dane. Xelkê herêmê bi hezaran şehîd dane, ji mafê xelkê Siwêdayê û herêmên dîtir re jî Sûriyeyeke nû bibîn."

Rayedarên siyasî û ewlehî yên ji pêkhateyan Suryanî jî diyar kir ku hevgirtina gelê herêmê bingehîna aştiya navxweyî ye, hêvî kir ku destûreke nû hebe ku mafên tevahî welatiyan misoger bike, nexasim naskirina mafên Suryanî û Asûrî û got: "Dîrok, adat û kultura me ye, em ji zimanê xwe hez dikin, bi hêvî ne destûrek daxwazên me pêk bîne, hebe."

(fr)

ANHA