‘Pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke nenavendî heye’

Di civîna Desteya Şêwirmendiyê ya Piştgiriya Komîteya Dan û Standinan de hate gotin serxistina peymana 10’ê Adarê girêdayî gavên pratîk e. Her wiha hate destnîşankirin ku pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk a pirreng û nenavendî heye.

‘Pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke nenavendî heye’
25 kanûn, 2025   16:03
TEBQA

Desteya şêwirmendiyê ya şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya Sûriyeyê û peymana 10’ê Adarê, civînek li dar xist. Civîn li Hola Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna şandeyeke partiyên siyasî, hêzên leşkerî, endamên komîteya dan û standinên, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêx û rûspiyên eşîran, oldar û nûnerên saziyên sivîl tê lidarxistin.

Piştî axaftina Hamid El Ferec, endamê Komîteya Dan û Standinên bi hikumeta veguhêz re Ebid Hamid El Mihbaş axivî. El Mihbaş diyar kir qonaxa ku Sûriye piştî rûxandina rejîma Baasê tê re derbas dibe, girîng û dîrokî ye.

El Mihbaş anî ziman ku qonaxa heyî dê şekilê dewleta bê ya Sûriyeyê, xwezaya têkiliyên di navbera gel û dewletê de, her wiha bingehên ku dê siberoja welat li ser bêne avakirin, diyar bike.

El Mihbaş got dem hatiye ku nakokiyên siyasî yên li Sûriyeyê bi rêya diyalogan, ne bi rêya şer an jî zimanê gef û provokasyonan werin çareserkirin û diyar kir ku gelê Sûriyeyê di salên şoreşê de berdêlên giran dane, lewre hêjayî siberojeke azad, welatekî azad û birûmet e.

Ebid Hamid El Mihbaş got divê biryara diyarkirina şeklê rêveberiya nû ya Sûriyeyê nîştimanî be û bi beşdariya hemû sûriyeyiyan be. El Mihbaş bang li rayedaran kir ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê di ser her tiştî re bigirin û rê nedin ku welat bibe qada şer û tesfiyekirina hesaban.

El Mihbaş gotinên kîndarî û nefretê şermezar kirin û got zimanê kîndarî û provokasyonan welat ava nake û berpirsyariya rêgirtina li ber van gotinan berpirsyariyeke civakî ye ku ji hemû hêzên siyasî, saziyên fermî, medya û saziyên civakî û olî tê xwestin.

El Mihbaş destnîşan kir ku şerê navxweyî gefê li yekbparebûna welat dixwe û derfetên rasteqîn ên îstiqrarê û avakirina dewletê têk dibin û got: "Sûriye yek e, parçe nabe. Serdestiya wî ya nîştimanî divê li tevahiya axa wê were parastin, ji ber ku yekparebûna axê û gel rêgezeke nîştimanî ye ku bazar li ser nayên kirin.”

Ebid Hamid El Mihbaş piştgirî da peymana 10’ê Adarê û bang li dewletên garantor, di serî de DYA, Fransa, Erebistana Siûdî û dewletên din ên herêmî û erebî kir ku piştgiriyê bidin Sûriyeyê da ku lihevkirineke nîştimanî  ya rasteqîn li welat çêbe.

El Mihbaş anî ziman ku komîteya dan û standinan ji bo çareseriyeke nîştimanî ku aramiyê li welat pêk bîne û rê li ber parçebûnê bigire dixebite û got, pêdiviya Sûriyeyê bi pergala demokratîk, nîştimanî, hevbeş, nenavendî ya li ser esasê destûreke adilane ku mafên her kesî misoger bike, heye.

‘ROLA JINAN ESAS E’

Di civînê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Elî jî axivî û diyar kir ku bêyî naskirina rola girîng a jinan û berdêlên ku di rêya parastina ax û mirovahiyê de dane, çareseriyeke siyasî ya rasteqîn li Sûriyeyê pêk nayê.

Xod el Îsa bal kişand ser têkoşîna jinan a di hemû qadan de û da zanîn ku dê ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî kar bikin.

Her wiha anî ziman ku dê piştgiriya bi QSD û YPJ’ê re bidomînin û destkeftiyên ku saya keda şehîdan hatin bidestxistin, biparêzin. Xod El Elî dê rê nedin tu kes ku îdeolojiyekê an jî biryarekî li ser wan fer bike û got: "Em xwedî maf in ku bi rêya gelê xwe yê azad çarenûsa xwe diyar bikin."

Xod El Elî di dawiya axaftina xwe de xîtabî dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir û got: "Eger hûn aştî û diyalogan dixwazin em hazir in. Em amade ne beşdarî avakirina destûra nû ya Sûriyeyê bibin ku îradeya gelan, pirrengî, nenavendî û edaletê nas bike. Eger şer were ferzkirin em ê erd û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Berdevkê Komîteya Şêwirmendiyê ya Piştgiriya Dan û Standinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Mihemed Nûr El Zîb jî axivî û ev tişt got: "Desteya Şêwirî ji welatparêzên Reqa û Tebqayê hat avakirin. Deste ji rûspiyên eşîran, oldar, rewşenbîr, siyasetmendar, hiqûqnas, jin û ciwanan pêk tê. Komîte bi armanca ku nêrînan, şêwir û pêşniyarên nîştimanî yên durist bide şandeya dan û standinan ava bûye. Di heman demê de da ku daxuyaniyên gelên herêmê bi şandeyê re parve bike.”

El Zîb bal kişand ser rola jinan di desteyê de jî û got: "Rola jinan roleke şêwirî û piştgir e, ji baweriya ku diyalog rêya herî baş e ji bo çareserkirina nakokiyan derdikeve holê, her çareseriyeke siyasî ya dadperwer divê li ser bingeha rêzgirtina rûmeta welatiyên Sûriyeyê, misogerkirina mafên wan, bidestxistina edalet û wekheviyê, parastina serweriya neteweyî û yekbûna biryara Sûriyeyê be."

El Zîb behsa rola rûspiyên eşîran û oldaran jî kir û da zanîn ku rola wan parastina hevgirtina civakê û rêgirtina li pêşiya herikîna xwînê ye.

Civîn dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(b)