Dronekê gundekî Dêr Hafirê bombebaran kir; zarokek şehîd bû

Komên hikumeta veguhêz bi dronekê gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê Tebqayê bombebaran kir, zarokek şehîd bû û kesek din jî birîndar bûn.

Dronekê gundekî Dêr Hafirê bombebaran kir; zarokek şehîd bû
25 kanûn, 2025   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronekê êrişî gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Hat diyarkirin ku di encama êrişî de zarokek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.

(fr)