Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya

Şandeyeke hevbeş ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desthilata Şamê li nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyan. Şandeyê rewşa pêveçûna peymanê şopand.

Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya
Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya
Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya
Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya
Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya
Şandeyek hevbeş ji Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê li nava Şêxmeqsûdê geriya
16 nîsan, 2025   18:45
HELEB

Beriya çend kêliyan şandeyek hevbeş ji desthilata Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gihîşt taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê. Şande ji serokê komîteyê pêkanîna xalên peymana QSD’ê û desthilata Şamê Hisên Selame, gerînendeyê kar û barên siyasî yê desthilata Şamê li Helebê Seed Nasan û şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd pêk tê.

Bi şandeyê re Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo û Hêvîn Silêman, nûnerên komîteya desthilata Şamê li Helebê Mihemed Ebdulxenî û Masûd Betal hebûn.

Nûçegihanên me yên Helebê diyar kir ku şande li nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyan, lê tu hevdîtinên fermî pêk nehatin. Ev ger piştî civîna koordînakirinê ya ku duh di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Meclisa Parêzgeha Helebê de pêk hat. Gera şandeyê bi şopandina rewşa jiyanî û xizmetguzarî ya her du taxan bi dawî bû.

Beriya demekê, di çarçoveya pêkanîna xalên peymanê de 13’ê Nîsanê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 7 bendên kontrolê yên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û "Ewlekariya Giştî" hatin tesbîtkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 1’ê Nîsanê de peymanek ji 14 xalan di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên desthilata Şamê de hatibû îmzekirin ku jiyana hevbeş were xurtkirin û aştiya welatiyan were parastin.

Naveroka peymana di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin wiha bû:

1-Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji taxên bajarê Helebê ne û di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Helebê ne. Parastin û rêzigirtina ji taybetmendiya civakî û çandî ya şêniyên herdu taxan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane, mijareke girîng e.

2- Ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be.

3- Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.

4- Ji bo ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan, çek di nav taxan de tên qedexekirin û tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.

5- Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.

6- Hêzên leşkerî bi çekên xwe ji herdu taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vedikişin.

7- Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.

8- Tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.

9- Ji bo hêsankirina tevgera çûnûhatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin.

10- Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.

11- Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

12- Girtiyên herdu aliyan tên berdan û hemû dîlên ku piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, bi hev tên guhartin.

13- Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin.

14- Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin.

(fr)

ANHA