Li kantona Cizîrê şahiyên Sersala Êzidî; xurtkirina pirrengiya çandî û biratiyê

Di pîrozbahiyên Sersala Êzidî "Çarşema Sor" ên li kantona Cizîrê de nirxên biratî û pirrengiya çandî hatin nîşandan.

16 nîsan, 2025   20:41
QAMIŞLO

Mala Êzîdî bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) şahiyek li gundê Dugir ê bajarê Amûdê li dar xist. Di şahiyê de Êzîdiyên kantona Cizîrê amade bûn. Her wiha pêkhateyên din ên kantonê bi ruhekî hevbeş û biratî amade bûn.

Di şahiyê de hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Evîn Siwêd, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Şahî bi merasîmên cejnê ji hêla koma Farûq ve hat destpêkirin. Dûre rêveberê Mala Êzîdî Îsmaîl Delif li ser cejna Çarşema Sor ku wekî sembola vejîn û xwezayê ye, axivî.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Hesen Şero jî got ku ev cejna a tevahî gelên herêmê ye, ne tenê ya êzidiyan e û diyar kir ku di şahiyê de pirrengiya çandî û olî û têkiliyên xurt ên di nav pêkhateyan de, derket pêş.

Hesen Şero diyar kir ku Rêveberiya Xweser wê piştgiriya xwe ji bo hemû pêkhateyên herêmê û xebatên xwe yên xurtkirina wekhevî û edaletê bidomîne.

Şêx Murşid Maşûq Xiznewî jî li ser girîngiya yekitiyê ji bo derbaskirina zehmetiyan axivî û got ku pêkhateya Êzîdî rastî gelek zehmetiyên mezin hatin, lê dîsa jî ew bi çand û nasnameya xwe ve girêdayî man.

Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a li ser pêkhateya Êzîdî ji aliyê hevserokê Mala Êzîdî ya Efrînê ve hat xwendin.

Di şahiyê de komên hunerî berhemên xwe wekî govendên folklorî û şano pêşkêş kirin.

Her wiha helbestvan Pêşeroj Cewherî li ser Çarşema Sor helbestek xwend. Hunermend Mihemed Welîd û Îbo Can jî stran pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA