Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya Ewropayê re civiya

Nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi cîgira serokê şandeya Yekitiya Ewropayê û şandeya pê re civiya. Di civînê de geşedanên dawîn hatin nîqaşkirin.

Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya Ewropayê re civiya
23 îlon, 2025   23:52
HELEB

Cîgirê serokê şandeya Yekitiya Ewropayê li Sûriyeyê Agn Gleveckaite û şandeya wê bi nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya. Şandeya ji herdu taxan ji Hêvîn Silêman, Fatme El Hesîno, Emîn Elîko, Nûrî Şêxo, Menan Cafer û Evîn Sîdo pêk hat.

Herdu aliyan li ser geşedanên dawîn ên Sûriyeyê û bi taybetî li ser rewşa mirovî û ewlekarî ya Helebê nexasim li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivîn û bal kişamdin ser êrişên li dijî herdu taxan û tehrîdkirinên li ser ragihandin û medyaya civakî. Li kêlek wê jî girîngî da pêkanîna peymanên 10'ê Adarê û 1'ê Nîsanê.

Hat diyarkirin ku civîn erênî bû û herdu aliyan pêwîstî bi domandina diyalogê û pêşxistina aştiyê li herêmê da.

(mh)

ANHA