Ayetullah Alî Hamaney: Danûstandinên bi Amerîka re dê bigihîjin rêyeke xetimî

Murşidê bilind ê Îranê Xumeynî diyar kir ku danûstandinên bi Amerîkayê re ne ji bo berjewendiyên Îranê ne û ew ê bigihîjin rêyeke xetimî û got: "Îran dev ji sazkirina uraniumê bernade û naxwaze ku çekên atomî bi dest bixe."

Ayetullah Alî Hamaney: Danûstandinên bi Amerîka re dê bigihîjin rêyeke xetimî
23 îlon, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Murşidê bilind ê Îranê Ayetullah Alî Hamaney diyar kir ku danûstandinên bi Amerîkayê re ne ji bo berjewendiyên Îranê ne û ew ê bigihîjin rêyeke xetimî.

Ayetullah Alî Hamaney got ku Îran bi zextan tawîz nabin û tu carî dev ji sazkirina uraniumê bernade, her wiha ew naxwaze çekên atomî bi dest bixe.

Ayetullah Alî Hamaney destnîşan kir ku bicihkirina dosyaya mûşekan di danûstandinan de tê wateya ku Îran ji şiyana xweparastinê bêpar were hiştin.

Ayetullah Alî Hamaney diyar kir ku rêjeya sazkirina 60% ya uraniumê li gorî pêwistiyên çandinî, pîşesazî û enerjiya Îranê ye û ne ji bo çekên atomî ye.

Ayetullah Alî Hamaney got ku zextên li ser Îranê wê lewaz nakin û gelê Îranê serî ji daxwazên ên din re natewîne.

(mh)