Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Holê kir

Şandeye ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê hevdîtin bi rêveberiya kampa Holê kir û Operasyona Ewlehiya Domdar jî şopand.

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Holê kir
10 mijdar, 2024   15:47
HESEKÊ

Hemwextî ku Operasyona Ewlehiya Domdar li kampa Holê di roja 5ˈan de dewam dike, şandeyek ji Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê îro serdana kampê kir.

Şande ji hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, cîgirên wan, hevserokên desteyên hundirîn û yên kar û barên civakî û karkeran pêk tê, kamp ziyaret kir.

Endamên şandeyê ku bi Rêveberiya Kampa Holê re hevdîtin kir, li ser astengiyên li pêşberî niştecihên kampê, lawaziya alîkariyên navneteweyî û xetereya şaneyên çeteyên DAIŞˈê  axivîn.

Endamên şandeyê hevdîtin li gel hêzên Operasyona Domdar kir û rêveçûna operasyonê jî şopand.

Di hevdîtinê de hate gotin, divê çareseriyeke daîmî ji pirsgirêka çeteyên DAIŞˈê yên di girtîgehan de û malbatên wan ên li kampan re were dîtin. Her wiha bêxemiya hêzên navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞˈê hat rexnekirin.

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Mihemed El Berak der barê hevdîtinê de ji ajansa me re axivî. El Berak bi bîr xist ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞˈê yên li kampê hem xetereyê çêdikin û hem jî barekî giran li ser Rêveberiya Xweser in.

El Berak da zanîn ku Rêveberiya Xweser di hemû aliyan de xizmetan pêşkêşî kampê dike û ji bo kontrolkirina ewlahiya wê jî di nava hewldanan de ye.

El Berak bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ û malbatên wan destekê bidin Rêveberiya Xweser.

(bb)

ANHA