Bîlançoya şerê li Xezayê: 43 hezar û 603 kuştî

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, hejmara kuştiyên şerê Îsraîl û Hemasê bû 43 hezar û 603.

Bîlançoya şerê li Xezayê: 43 hezar û 603 kuştî
10 mijdar, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe  ya îro de ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 3 komkujî li Xezayê li dijî malbatan pêk anîn. Wezaretê diyar kir ku di 24 saetan de 51 kuştî û 161 birîndar gihiştin nexweşxaneyan.

Li gorî hezaretê, di şerê ku 401 roj in dewam dike de 43 hezar û 603 kes hatine kuştin û 102 hezar û 909 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê bi bîr xist ku hîn jî hejmarek qurbanî di bin kavilan de û li ser rêyan mane, lê ekîpên tenduristiyê û parastina sivîlan nikarin xwe bighînin wan.

(bb)