Şandeya jinan bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir

Şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê, bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir. Di hevditinê de nîqaş li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, xebatên hevpar ên di pêşerojê de, piştgirî û hevkariya ji bo şaredariyên Rojava hatin kirin.

Şandeya jinan bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
11 cotmeh, 2026   10:14
QAMIŞLO

Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, piştî serlêdana saziyên li herêmê duh hevdîtin bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî re kir.

Di hevdîtinê de nîqaş li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê hatin kirin. Her wiha li ser xebatên hevpar ên di pêşerojê de, piştgirî û hevkariya ji bo şaredariyên Rojava hatin axaftin.

Şande serdanên xwe yên li saziyên Rojava didomîne.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

(bî)

ANHA